Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye 2022-12-24 18:50:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û dezgehên ziman êrişa li Parîsê şermezar kirin û gotin: "Hemû êrişên li ser Kurdistanê, li ser hebûna kurdan û li ser ziman, çand û nirxên kurdan tekane û tekane bêrêziya li mafên mirovan û dijminatiya li hemberî kurdan nîşan didin."   Saziyên ziman êrişa nijadperest a li paytexta Fransayê Parîsê ku duh çêbûbû û 3 kes hatibûn qetilkirin, bi daxuyaniyeke hevpar a nivîskî şermezar kirin.    Daxuyaniya saziyan bi vî awayî ye:   "Êrişa li Parîsê ku kurd û sazî û kargehên wan ji xwe re kirin armanc rûyê qirêj ê nijadperestiyê careke din raxiste ber çavan. Mixabin ev êriş ne ya yekem e. Qirkirina sê jinên kurd a li Parîsê hê jî di bîra gelê kurd de zindî ye. Ev êrişa hovane, rastî beriya salvegera vê qirkirinê hat û rola wan hêzan anî bîra kurdan ku dixwazin li her derê cihanê kurdan ji mafên wan bêpar bihêlin, bêdeng bikin, di nav xwe de bihelînin û bê kesayet bikin. Divê baş were zanîn ku beriya niha jî gelê kurd gelek komkujî dîtine û berdelên giran dane, lê gelê kurd tu carî serî netewandine. Em baş dizanin, yên ku ji ber berjewendiyên xwe di nav welatê xwe de ji bo dewletên kujer û kesên nijadperest rasterast derfetan diafirînin û pêşiya wan vedikin an jî naxwazin kiryarên wan bibînin, ne dikarin hesabê van êrişan bipirsin ne jî dikarin bergiriyên pêwîst bigirin da ku ev êriş û qirkirin dubare nebin.    Wek saziyên ziman, em vê êrişa hovane ya li ser gelê xwe bi awayekî herî tund şermezar û nelet dikin û bangî raya navneteweyî û raya giştî dikin ku ji bo ronkirina vê qirkirinê li ser gotinên xwe bin û rê nedin ku ew di nav bêdengiyê de were jibîrkirin. Wekî hemû gelên dinyayê, mafê gelê kurd e ku di nav aştî û aramiyê de bi reng û dengê xwe û mafên xwe bijî. Hemû êrişên li ser Kurdistanê, li ser hebûna kurdan û li ser ziman, çand û nirxên kurdan tekane û tekane bêrêziya li mafên mirovan û dijminatiya li hemberî kurdan nîşan didin.    Dubare, em vê komkujiya hov nelet dikin û xwe hevparê êşa gelê xwe dizanin. Dê serkeftin ya gelê kurd be!"   Komele û saziyên kurdî yên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in: "Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Kovara Destar, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê"