Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin 2022-12-25 09:07:31   ŞIRNEX - Nazîfe Encu ku birayê wê di Komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin û hevjînê wê jî hatiye girtin got ku heya edaletê neyê Roboskiyê dê têkoşîna wan bidome.    Di ser Komkujiya Roboskiyê re 11 sal derbas bûn ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê çêbûbû û 19 jê zarok 34 kes tê de hatibûn qetilkirin. Çendî 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûbûn jî, lê êşa wê hê wekî roja ewil e.    Nazîfe Encu dema ku di komkujiyê de birayê wê Aslan Encu yê 15 salî hat qetilkirin, ew 12 salî bû. Niha bûye 23 salî û 3 zarokên wê hene. Birayê wê Aslan ku hem hevalê wê hem jî zarokatiya wê bû, di wî temenî de hemû barê malê girtibû ser milê xwe û bi bazirganiya li ser sînor debara malê dikir. Nazîfe Encu ne tenê birayê xwe, zarokatiya xwe û hevalê xwe jî winda kiriye bi vê komkujiyê re. Piştî ku 4 sal di ser komkujiyê re derbas dibin ew di 16 saliya xwe de bi Velî Encu re tê zewicandin. Zewaca wê di nav şînê de pêk tê. Piştre jî zarokên wê yên bi navê Rojîn û Rozerîn çêdibin. Dema ku keça wê ya herî biçûk Raperîn 3 mehî bûye, hevjînê wê Serokê Komeleya Roboskiyê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hat girtin, bi îdîaya, "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Raperîna biçûk bavê xwe di nava 4 dîwaran de nas dike. Velî Encû ku niha di Girtîgeha Samsûnê de ye, ji ber dûrbûnê salê tenê du caran dikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Raperîna biçûk ku bavê xwe li pişt paceya reş a girtîgehê dîtiye, hê jî wî nas nake. Tekane daxwaza Nazîfe Encuyê ku 3 keçên xwe bi tena serê xwe di şert û mercên dijwar de mezin kiriye, ew e ku demildest edalet bê Roboskiyê.    BIRAYÊ WÊ HAT QETILKIRIN, HEVJÎNÊ WÊ HAT GIRTIN   Nazîfe Encuyê diyar kir ku birayê wê di wî emrê xwe de debara mala xwe kiriye û got ku wê di wê komkujiyê de ne tenê birayê xwe gelek tiştên xwe winda kiriye û wiha axivî: "Birayê min dema ku hat qetilkirin 15 salî bû. Debara malê birayê min dikir. Ew 34 kesên ku hatin qetilkirin hemûyan li ser vê debara xwe dikir. Debara malê li ser milê wan bû. Di vê komkujiyê de min hem birayê xwe hem jî birayê hevjînê xwe winda kir. Ji bo min tu ferq di nava wan 34 kesan de tune ye. Her 34 jî birayên min bûn. Piştî komkujiyê çend sal derbas bûn, ez zewicîm. Lê daweta min wekî şînê bû. Ne dawet bû. Ez weke niha ji mala bavê xwe derketim û hatim. Piştî ku ez zewicim 3 sal di ser re derbas bûn hevjînê min hat girtin. 5 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Ev 4 sal in jî di girtîgehê de ye. Dema ku hevjînê min hat girtin keça min 2-3 mehî bû. Niha bavê xwe nas nake. Welî ji ber ku ji bo 34'an doza edalet dikir û ji bo ku edelet bê Roboskiyê hat girtin. Ji bo Roboskiyê edelet xwest û hat girtin."   'EZ BI VÊ ÊŞÊ MEZIN BÛM'   Encuyê bi lêv kir ku ew heta sax be heqê xwe li dewleta tirk helal nake û wiha domand: "Ji bo min gelek zehmet e. Çimkî hem birayê min qetil kirin hem jî hevjînê min hat girtin. Bi girtina hevjînê min re zehmetiya min zêdetir bû. Çimkî îdarekirina 3 zarokan gelekî zor e. Lê belê ez li ser xatirê zarokên xwe tekoşiyam û li ser pêyan mam. Heta ku edelet neyê Roboksiyê em ê doza xwe û têkoşina xwe bidomînin. Heta ku edelet neyê em qebûl nekin. Ez heqê xwe li vê dewletê helal nakim. Min parçeyên birayên xwe nedştin, ez ê çawa heqê xwe li wan helal bikim? Êşeke gelekî mezin me kişandin. Ez zewicîm jî min tu xweşî nedît. Zarokatiya min bi vê komkujiyê derbas bû. Me gelek êş dît. Ji ber wê jî niha çi bê serê me, em zêde ji xwe re nakin xem. Çimkî em êdî elimîne. Ji bo min êşeke gelekî mezin bû. Em bi vê êş ê mezin bûn.    'EZ HEQÊ XWE HELAL NAKIM'   Encuyê diyar kir ku zaroka wê ya biçûk bavê xwe nas nake û got ku heta ku edelet neyê Roboskiyê dê têkoşîna wan bidome û got: "Dema ku Welî hat girtin di Girtîgeha Şirnexê de bû. Nêzîk bû, çûn û hatin ne zehmet bû. Lê piştre ew birin Samsûnê. Ew der gelekî dûrî me ye û çûn û hatin gelekî zehmet e. 3 zarokên min hene û gelek zehmet e, ez nikarim biçim. Zaroka min a biçûk li pişt camê bavê xwe nas kir. Dibe ku keça min vê qet jibîr neke. Bavê wê tenê edelet xwest. Ev tişta ku anîn serê wî jî komplo bû. Çimkî tu sûcê wî nebû. Tişta ku vê dewletê anî serê me tu kesî neaniye serê me. Ez heya sax bim, heqê xwe li wan helal nakim."    MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal