Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin 2022-12-25 09:41:51 ANTALYA - Li Antalyayê derbarê 8 xwendekaran ku yek jê girtî de ji ber tevlibûna wan çalakiyan, koma wan “signal” û parvekirinên medya civakî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “astengkirina mafê perwerdehiyê” doz li wan hat vekirin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi rê ve bir de di 11’ê cotmehê de li Antalya, Stenbol û Wanê di serdegirtinên malan de endamên Federasyona Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad û Sosyalîstên Şoreşger a Antalyayê (DESOF) F.A., A.B.,B.A.,M.E., M.H.Y., M.M.A., S.S.,Z.K., D.B., C.Y., Î.T., S.G., M.F. û B.A. hatibûn binçavkirin. Di 14’ê cotmehê de wan birin edliyeyê  û ji 14 kesan F.A, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    DOZ HAT VEKIRIN    Dozgeriyê lêpirsînê temam kir û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “di çarçoveya armanc û xebatên rêxistinê de astengkirina mafê perwerdehiyê” derbarê F.A., A.B.,B.A.,M.E., M.H.Y., M.M.A., S.S. û Z.K. îdianame amade kir. Dozgeriyê derbarê D.B., C.Y., Î.T., S.G., M.F. û B.A. de jî biryara neşopandinê da. Îdianame ji 156 rûpelan pêk tê. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê îdianame qebûl kir. Danişîna ewil a dozê dê di 9’ê sibatê de were lidarxistin.    Dozger îdianameyê spart çalakiyên ku xwendekar beşdar bûne, beşdariya kongreya Meclisa Ciwanan a HDP’ê, parvekirinên medya civakî, îfadeyên şahidên navê wan eşkere û veşarî û hin nûçeyên malperan. Ev xebat û beşdariya ciwanan wek sûc hat dîtin. Her wiha koma “signal” a hevpar a xwendekaran jî wek sûc hatiye dîtin.     Dozger îdia kir ku “komîteya komunê ya xwendekaran” ku ava kiriye jî wek rêxistinkirina ciwanên PKK’ê ye. Dozgeriyê her wiha îdia kiriye ku piştevaniya ji bo çapemeniya azad jî sûc e.    Di îdinameyê de ji her xwendekarekî re ji 11 sal û 6 mehan heta 25 salan cezayê hefsê tê xwestin.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen