Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da 2022-12-25 11:43:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê Emniyeta Parîsê Laurent Nunez diyar kir ku pevçûnên di çalakiya protestoyî de yên piştî qetilkirina 3 welatiyên kurd de pêk hatin, ji ber provokasyonê ye.   Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Nerazîbûna kurdan û dostên wan a li dijî qetlîamê didome. Duh di serî de li Parîsê û li gelek bajarên Ewropayê gelê kurd û dostên xwe hêrsa xwe ya li dijî qetlîamê nîşan dan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn jî hê didome.    Duh li Parîsê meşeke mezin hat lidarxistin. Ji ber provokasyona kesekî ku ji hêzên paramîlîter a nijadperest ya Tirkiyeyê ve li herêmê derbas bû û nîşaneya "gurêboz" çêkir, alozî derket.   MIDÛRÊ EMNIYETÊ: ÇALAKIYAN PIŞTÎ PROVOKASYONÊ DEST PÊ KIR    Midûrê Emniyeta Parîsê Laurent Nunez ji BFM TV re axivî û got: "Çalakî bi tevlêbûna kesayetên siyasî bi awayekî asayî dewam kir." Nunez anî ziman ku piştî saet 13:00'an ji ber sedemeke ku diyar e ji ber provokasyonê rû daye, bûyer qewimîn û wiha got: "Tê diyarkirin ku qemyonek derbas bûye û bi vî rengî agahî ji min re hat. Em ê van hemûyan zelal bikin."    Nunez da zanîn ku hin çalakgeran li bulvareke din bi polîsan re şer kirine û got: "Dîsa bê şik ev provokasyonek bû." Nunez diyar kir ku 11 kes hatine binçavkirin û yên ketine nava pevçûnê jî komeke biçûk in û destnîşan kir ku organîzatorên çalakiyê hewl dane pêşî li vê bigirin.   Nunez li ser pirsa rojnamevanekî ku kesên beşdarî xwepêşandanan bûne kurdên welatên din in yan na, wiha bersiv da: "Ne cihê min e ku ez van kesan reş bikim."   Nunez diyar kir ku di bûyeran de 31 polîs bi sivikî birîndar bûne û hewceyî midaxeleya tibî nebûne. Nunez anî ziman ku di dema ew daxuyanî dida agahî wergirtine ku çalakgerek birîndar bûye û bi tenê camên hin kargehan hatine xesar dîtine.