Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt 2022-12-25 12:10:31   ŞIRNEX - Li Hezexê cerdevanê bi navê Muslim Akpinar apê xwe Nezîr Akpinar kuşt.   Li gundê Haso yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve cerdevanê bi navê Muslim Akpinar gule li mamê xwe yê Nezîr Akpinar reşand û kuşt. Akpinar li cihê bûyerê mir û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Sedema şerê navbera ap û birazî yên cerdevan nayê zanîn. Hat zanîn ku cerdevan Muslim Akpinar ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin.