Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin 2022-12-25 15:23:07 STENBOL – Rêxistinên Elewiyan piştî Komxebata Mezin a Elewiyan deklarasyonek parve kirin û diyar kirin ku divê li ser bingeha hemwelatiya wekhev makeqanûneke nû were çêkirin û daxwazên xwe rêz kirin.  Li ser biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di bin sîwaneya Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Çand û Cemxane ya Elewî-Bektaşî hatibû avakirin. Rêxistinên elewiyan li dijî vê biryarê îro li Stenbolê “Komxebata Elewiyan a Mezin” li dar xist. Bi hezaran kes tev li komxebatê bûn û piştre jî deklarasyonek hate ragihandin.    DEKLARASYON    Di deklarasyonê de hat gotin ku li Tirkiyeyê sepanên yekperest û senteza tirk-îslamê li her qadên jiyanê didomin û îktîdar bi mekanîzmaya zextê ya civakî û polîtîk ve hîn bêhtir sazûman dike. Rêxistinên elewiyan di deklarasyonê de bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê, tundiya li dijî jinan, bêedaletiya di parvekirina dahatê de, neçareserkirin pirsgirêka kurd, polîtîkayên zext û pişaftinê dan û gotin ku bi qedexe û sepanên keyfî welêt mîna girtîgehê bûye.    DAXWAZÊN RÊXISTINÊN ELEWIYAN    Di deklarasyonê de ev daxwaz hatin rêzkirin:    "* Bila statûya perestgehê ya cemxaneyan were qebûlkirin, hemû mafên ji ber vê statûyê werin naskirin, dergeh û cihên me yên ku hatine desteserkirin bila dîsa li me vegerînin û qanûnên li dijî me hatine derxistin bên betalkirin.    * Bila dersên olê yên mecbûrî ku li tevahiya civakê tê ferzkirin êdî mecbûrî nebin û pergala perwerdeyê ne pergala olî be.    * Divê Wezareta Karên Diyanetê dev ji hewldanên xwe yên domînekirina tevahiya civakê berde, di mijara pirsgirêkên me yên siyasî yên bingehîn de divê êdî li ser navê me neaxive û ji bo tesfiyekirina vê wezaretê gav bên avêtin.    * Divê çavkanî û kadroyên cemaweriyê li gorî rêgezên liyaqet, edalet û wekheviyê bên parvekirin û di serî de elewî, divê cihêkariyê neyînî ya li dijî hemû beşên din ên civakê bê bidawîkirin.    * Bila Madimak bibe muzeya şermê.    * Ji bo ku sûcên nefretê yên li dijî elewiyan bên teşhîrkirin û pêşîlêgirtina van sûcan hewceye tevdîrên pêwîst ên hiqûqî bên girtin.    * Divê bi qirkirin û komkujiyên li dijî elewiyan hatine kirin û sepanên pişaftinê re hevrû bibin.    * Divê dawî li hewldanên talan, wêran û desteserkirina deverên me yên pîroz û erdnîgariya me bînin.    * Êdî divê navên cihên elewiyan neyên guherandin û navên hatin guherandin jî dîsa lê werin vegerandin.    * Bila rojên ku di baweriya elewiyan de pîroz bibin rojên betlaneya fermî.    * Ji bo cihêkariya di qada cemaweriyê de bi dawî bibe, hewceya li ser bingeha hemwelatiya wekhev makeqanûneke nû were amadekirin û daxwazên xwe li vir dîsa radigihînin.”