Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin 2022-12-25 15:23:47   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê li Nisêbînê Komkujiya Parîsê protesto kir. Polîsan êrişî çalakiyê kir. Lê girseyê nerazîbûn nîşanî polîsan da.    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Nisîbînê li ber avahiya xwe Komkujiya Parîsê ku sê welatiyên kurd hatin qetilkirin û binçavkirina rêveberên DBP’ê protesto kirin. Li ber avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn û polîsan bi hêceta “qedexe ye” xwestin daxuyaniyê asteng bikin.    Di daxuyaniyê de wêneyên cangoriyên komkujiyê hatin hildan. Hevseroka HDP’a Nisêbînê Şîndar Akinci di kêliya ku dest bi daxuyaniyê kir de polîsan xwest bi darê zorê metna daxuyaniyê ji destê wê birevîne. Di navbera polîs û girseyê de rageşî derket. Girseyê li dijî hewldana astengkirina polîsan a daxuyaniyê bi çepikan û lîlandinê bertek nîşan da.    Hevserok Akinci destnîşan kir ku wek di komkujiya Parîsê de li şûna ku polîs qetlîaman asteng bikin lê êrişî protestokirina qetlîaman dikin.    MÊRDÎN   Pêkaheteyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xist û qetlîam şermezar kir. Dr. Ozgur Bîlek li ser navê Platformê daxuyanî da û diyar kir ku ew qetlîamê şermazar dikin û xwest rayedarên Fransayê berpirsên qetlîamê derxe holê.