Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin 2022-12-25 22:01:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşkarê Komkujiya Parîsê ku dozgeriyê bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê şandibû klînîka psîkiyatriyê, dîsa hate binçavkirin.    Êrîşkarê 69 salî Wîllîam M. yê ku li Parîsê di 23’yê kanûnê de bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û du kargehên kurdan kir û di encamê de endama Konseya Rêvebera KCK'ê û yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil qetil kirin û sê kes jî birîndar kirin, dîsa hate binçavkirin. Dozgeriyê bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê kujer şandibû klînîka psîkiyatriyê. Di klînîka girêdayî miduriyeta polîsan de biryar hat dayîn ku kujer bê binçavkirin û ji saet 16.25’an şûn ve, dîsa hat binçavkirin.   Kujer Wîllîam M. êrîşê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, restoranek û salonek kuaforê ya kurdan kiribû. Pişt re kujer bi çeka xwe ve hat girtin, hat binçavkirin.   Dozgeriya Parîsê piştî komkujiyê rojekê; roja 24’ê Kanûnê biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer de rakiribû. Dozgeriyê rewşa tenduristiyê ya kujer hincet nîşan da û ragihandibû ku êrîşar birine Nexweşxaneya Midûriyeta Polîsan a Parîsê. Hat gotin ku îro piştî nîvro bijîşkê ku êrîşkar mûayene kir, diyar kiribû ku rewşa tenduristiyê ne li gorî tedbîra binçavkirinê ye.