Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin 2022-12-26 09:03:21   ENQERE - Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik da zanîn ku “Peymaneke Tirkbûnê” ya hemû desthilatan heye û anî ziman ku desthilat bên guhertin jî polîtîkayên êrişê yên li dijî kurdan nayên guhertin.    Ji salên 1990’î û vir ve ku kurd ketin nava qada siyasî, zext, êriş û komkujî berdewam dikin. Piştî di 22’yê kanûnê de parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzelê hate betalkirin, roja din (23’yê kanûnê) di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed de polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û 9 avahiyên rêxistina wê de girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de 15 siyasetmedar hatin binçavkirin.    Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik ê şahid û mexdûrê polîtîkayên tasfiyeyê yên dewletê ku 40 sal in didome ye û piştî ku di darbeya 2’ê adara 1994’an a li dijî Partiya Demokrasiyê (DEP) de parlamenteriya wî hate betalkirin û hate girtin, êrişên li dijî siyaseta kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.   PEYMANA TIRKBÛNÊ    Sakik ê da zanîn ku “Peymaneke Tirkbûnê” ya hemû desthilatan heye, anî ziman ku desthilat bên guhertin jî polîtîkayên êrişê yên li dijî kurdan nayên guhertin û wiha got: “Dema ku em êrîşa polîsan a li dijî parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk a li Colemêrgê, şimaqa li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu hate danîn, betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê û operasyona Serdozgeriya Komarê ya têkildarî alîkariya xezîneyê ya HDP’ê bilezûbez daye destpêkirin bînin rex hev, ji aliyê desthilatan ve mafê jiyanê yê siyaseta kurd nîne.”   ‘KURD DÊ BIBIN AKTORÊN PÊVAJOYÊ’   Sakik, da zanîn ku ew ji kevneşopiyeke ku ji berê heta îro gelek partiyên wê hatine girtin tên û wiha berdewam kir: “Heke ev bibûna çareserî HDP îro li Tirkiyeyê ne dibû partiya herî mezin a sêyemîn. Vê rêyê her tim dubare dikin. Di dema pêş de em nîşaneyan dibînin ku pêvajoya girtina HDP’ê dikare leztir bibe. Lê belê çi dikin bila bikin, Kurd wê di sedsala pêş de bibin aktorê pêvajoyê. Bi girtin, operasyon, betalkirina wekîlan, girtina partiyê re nîşan da ku ev kar pêk nayên. HDP tiştekî neke jî, di dema pêş de wê bibe partiya siyasî ya mezin a siyasî ya sêyemîn a li Tirkiyeyê. Bi zextan tiştek nabe. Eger ew difikirin ku her tim ceribandina van rêbazan dikare tiştekî li wan zêde bike, ew şaş in.”   BÊDENGIYA MUXALEFETÊ YA LI DIJÎ ‘AMEDÊ’   Sakik, destnîşan kir ku piştî biryara dadgehê ya li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû, muxalefetê ‘qiyamet rakir’ û wiha lê zêde kir: “Piştî tiştên ku li erdnîgariya kurdan diqewimin, ew dudil nabin ku li kêleka hikûmetê xuya bikin. Bi rastî jî tişta ku pir giran e ev e. Em dibînin ku tiştên li Amedê diqewimin, Stenbolê zêde eleqedar nake, lê dîsa jî em bi biryar in ku têkoşîna demokrasiyê mezin bikin.”   PLANÊN HILBIJARTINÊ YÊN DESTHILATÊ    Sakik, diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re hikûmet wê polîtîkayên xwe yên şer kûrtir bike û wiha pê de çû: “Me pêvajoyên bi vî rengî jiyan. Di vê noxteyê de divê em bi gelê xwe re civînên mezin pêk bînin. Eger em karibin vê pêk bînin, em ê bibin xwedî gotin û biryar. Em dizanin rêwîtiyeke zehmet e, lê em ê bi hev re serbikevin.”    Sakik, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tevgereke siyasî ku di pêvajoya darbeyê ya 2’yê Adara 1994’an de di asta ji sedî 3’yan de bû, niha di ser ji sedî 17-18’an de ye. Tevî bîrên asîtê, 20 hezar kuştinên kiryarên nediyar û Roboskîyan çawa hevdîtineke mezin hat kirin. Gelê me bi canê xwe ev têkoşîn meşand. Dor hate kesên li dijî zilma li kurdan tê kirin bêdeng dimînin. Ji bo encam bê girtin, ev desthilat wê polîtîkayên xwe yên bi heman rengî ne tenê li erdnîgariya kurdan, wê li rojavayê Tirkiyeyê jî bidomîne. Ji ber vê yekê divê herkes vegere û hesabekê bike. Divê Maseya Şeşan gotinên xwe yên ‘Dema em bûn desthilat em ê peymaneke nû ya civakî bikin? Em ê ji gelên ku di serdema biêş a sedsalê ya Tirkiyeyê re derbas dibin re qadeke azadiyê vekin?’ bi dengekî bilindtir bîne ziman ku herkes di nava refên demokrasiyê de cihê xwe bigire lê belê bi qasî ku em dibînin, derdekî wan ê bi vî rengî nîne.”   MA / Firat Can Arslan