Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma 2022-12-26 09:04:07   ŞIRNEX - Bariş Encuyê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ji bo birayê xwe û 33 hevalên xwe yên hatin qetilkirin edalet xwest, 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Encuyê ku ji girtîgehê derket wiha got: "Heta ku kujer neyên darizandin û cezakirin, em ê dev ji tekoşîna xwe ya edaletê bernedin."   Di 28’ê kanûna 2011’an de li ser sînorê gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê, 34 gundiyên ku piraniya wan zarok bûn, ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Lê heta niha yek ji kiryar û kujerên komkujiyê nehatine darizandin. Malbatên ku di nava 11 salan de rastî her cûreyê neheqiyê hatin, di destê wan de wêneyên zarokên wan ên qetilkirî û li ser zimanê wan daxwaza edaletê bajêr bi bajêr li edaletê geriyan. Deriyê edeletê ne li Amedê, ne li Enqereyê û ne jî li Stenbolê ji wan re vebû. Ew derî li wan nevebû lê heviya wan a bi edaletê tim û tim zindî ye. Di nava 11 salan de herî kêm derbarê 26 malbatên Roboskê de bi hincetên cuda lêpirsîn hatin vekirin, hatin binçavkirin û cezayê pereyan li wan hat birîn. Jin, ciwan û kalên ji Roboskê ku edalet xwestin rastî van hemû pêkanînan hatin. Yek ji van ciwanên ku ji Roboskê re edaletê dixwaze jî birayê Nevzat Encu yê ku di komkujiyê de hatiye qetilkirin Bariş Encu ye. Encu, di sala 2018'an de bi hinceta ku "propaganda rêxistinê" kiriye hat girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Encu yê 3 sal û 8 mehan di girtîgehê de ma, der barê pêvajoya girtina xwe û daxwaza edaletê ya Roboskê de axivî.   'LANET LI WÎ PEREYÎ WERE'   Bariş Encu (25) yê anî ziman ku jibîrkirina komkujiyê xiyanet e, diyar kir ku xwedî derketina daxwaza edaletê jî erkeke civakê ye û wiha got: "11 sal bi ser re derbas bû lê hêj edalet nehatiye Roboskê. Me her carê got û em niha dîsa dibêjin, 'heta ku edalet neyê Roboskê Tirkiye aram nabe' û aramiya Tirkiyeyê di Roboskê re derbas dibe. Min birayê xwe û 33 hevalên xwe winda kirin. Ji bo min ferqa yek ji wan jî nîne. Her 34 jî ji xwîna min bûn, rihên min bûn û kezeba min bûn. Tişta ku herî girîng jî em mirovên hev bûn. Ez ne weke birayê Nevzat vê dibêjim ez weke mirovek vê dibêjim. Divê ku tu mirov vê komkujiyê ji bîr nekin. Heta ku rojek tenê emrê me bimîne jî em ê ji bîr nekin. Heta ku em nebînin ku kujer hesab didin em ê dev ji vê tekoşîna xwe bernedin. Piştî ku çend sal bi ser komkujiyê re derbas bûn ji vir gelek kes bûn cerdevan. Çend dinya hemû kete xema me, lê em bi xwe neketin xema xwe. Komkujiya Roboskiyê ne ewqasî biçûk bû ku mirov ji bîr bike. Niha ji me re dibêjin tazmînatê bistînin. Lê belê me birayê xwe nefirot. Em ji birçitiyê nemirîne û em bizanibin ku em ê ji birçitiyê bimirin jî em ê van pereyan nestînin. Ji me re dibêjin,' me birayên we kuştin ev jî heqê wan e' em wî pereyî naxwazin û bila lanet li wî pereyî were."   JI BER KU GOT EDALET 6 SAL Û 3 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LÊ BIRÎN   Encu, di berdewama axiftina xwe de bi lêv kir ku daxwaza wan a edaletê sûc nişan dan û ev tişt gotin: "Ez bi xwe jî hatim girtin û nêzî 4 salan di girtîgehê de mam. Ji ber ku min li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal gotibû, 'bila kujer hesab bidin' 6 sal û 3 meh ceza dan min û 3 sal û 8 mehan jî ez di girtîgehê de mam. Me digot em ê rojekê ji van hesab bipirsin lê wan hesab ji me pirsî. Ev komkujiye tu caran nayê jibîrkirin. Em ê ji zarokên xwe re, neviyên xwe re bibêjin û dê neyê jibîrkirin. Bila îro nebêjin ku em ê bi pereyan van malbatan bixapînin û pişt re ser bûyerê bigirin. Tişteke wisa nîne. Dibêjin ku, 'ev komkujî FETO'yê' pêk anî ye. Lê tu eleqeya FETO'yê bi vê komkujiyê re nîne. Em bibêjin FETO'yê komkujî pêk anî wê demê hûn çima dibêjin mexdûrên terorê ne? Tu çima weke mexdûrê terora FETO'yê derbas nakî?"   'KESÊN KU WEKE FAÎL NÎŞAN DAN JÎ NEDARIZANDIN'   Encu, anî ziman ku dewletê kesên ku weke faîlên komkujiyê bi nav dike jî ne darizandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di van axaftinên dewletê de gelek nakokî hene. Ji ber wê jî em bawer nakin ku FETO'yê kiriye. Heger ku FETO'yê kiribe bila delîlekê ji me re bînin. Hema em bibêjin ku FETO'yê wisa kiriye, kengî we yek girtiye gotiye ev kujerê Roboskê ye? Heta ku em bi çavên xwe faîlan nebînin em baweriyê bi tu kesî naînin. Komkujiya Roboskê bila ne tenê di salvegerên komkujiyê de bê bîra me. Divê ku ew her tim di bîra me de be. 3 meh beriya niha Kiliçdaroglu hat vê derê û me ji wî re jî got ku baweriya me bi tu kesî nemaye. Soza ku pratîkê wê nebe bila nedin me. Baweriya me hêj jî bi edaletê heye. Hêvî dikim ku keseke/î ku xwedî wijdan bibe desthilat û faîlên me diyar bike."   MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal