OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye 2022-12-26 11:03:11 MÊRSÎN - Hevserokê Şaxa OHD’a Mêrsînê Îbrahîm Kaya, diyar kir ku Baroya Mêrsînê ku serlêdana wan a ji bo tecrîdê red kir, peywira xwe ya rêxistinbûna pîşeyî û hiqûqî danî aliyekî û di çarçoveya bîrdoziya fermî de helwesta xwe diyar kir. Ji Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê 36 parêzeran têkildarî astengkirina hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 20 meh in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, di 1’ê kanûnê de serî li Baroya Mêrsînê dan. Hevserokên Şaxê Serap Angay Ulgul û Îbrahîm Kaya têkildarî serlêdadanê nirxandin kirin.    Serap Angay Ulgul   Hevseroka OHD’a Mêrsînê Serap Angay Ulgul diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û hemû peymanên din ên navneteweyî ne û wiha got: “Demekê li Îmraliyê hevdîtinên malbatan û parêzeran pêk dihatin, agahî dihatin wergirtin ji ber pêvajoya polîtîk û kesên ev pêvajo diyar dikirin destûr didan vê yekê. Lê beriya wê jî hin demên ku hevdîtinên malbat û parêzeran nehatin kirin jî çêbûn. Pirsên bê ka tecrîd wê di dema pêş de bidome yan jî heta kengî bidome jî pirsên ku divê werin bersivandin in. Divê neyê ji bîr kirin ku mafê hêviyê yek ji mafê mirovan ê herî girîng e. Ne ya qebûlkirinê ye ku bi rengê tecrîda bêdem û mehkumiyetên bêdawî bibe xwedî pratîkeke hiqûqî.”   BAROYA MÊRSÎNÊ SERLÊDAN QEBÛL NEKIR   Hevserokê Şaxê Îbrahîm Kaya jî bi bîr xist ku li ser xala 76’an a Qanûna Parêzeriyê li dijî astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Abdûllah Ocalan, Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re bi 36 parêzeran re serî li Baroya Mêrsînê dan û wiha got: “Lê di biryara ku Lijneya Rêveberiya Baroya Mêrsînê di 22’yê kanûnê de der barê serlêdana me agahî da me de, hat gotin ku serlêdan bi hinceta ku 'di mijarên hatine diyarkirin de mafê wan heye ku bi rêya nûnerên xwe serlêdanê bikin û bi rêya nûnerên xwe serî li dadgerê têkildar jî dane û girtîgeha têkildar di nav sînorên Parêzgeha Bûrsayê de maye' hatiye redkirin. Di biryara ku ji bo çi hatiye redkirin bi awayekî zelal ne diyar e de, mirov dikare van xalan bi awayekî vekirî bixwîne; di biryara ku Lijneya Rêveberiya Baroya Mêrsînê daye de navên Birêz Abdûllah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Veysî Aktaş û Birêz Hamîlî Yildirim derbas nabin, navê Girtîgeha Îmraliyê derbas nabe, têgîna ‘tecrîdê’ nehatiye bikaranîn û mafên hatine binpêkirin nehatine destnîşankirin. Şûna ku baro qala van bike îdiaya berayetiyê dike. Dema mirov van hemûyan binirxîne dema gotûbehs dibe mafên kurdan, dema kirdeya binpêkirina mafan bû kurd dikare peywira xwe ya rêxistinbûna pîşeyî û hiqûqî dane aliyekî û di çarçoveya bîrdoziya fermî de helwesta xwe diyar bike.”   Îbrahîm Kaya   Kaya, destnîşan kir ku divê tecrîd demildest bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Ji ber ku ne tenê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Veysî Aktaş û Birêz Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin di nava tecrîdê de ne. Vîna gelan a daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane ye hatiye tecrîdkirin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen