Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin 2022-12-26 11:19:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Lille yê Fransayê ciwanekî ji Hewlerê bi hinceta ku li stranên kurdî guhdarî kiriye bi êrişa nijadperestek tirk re rûbirû ma. Rayedarên NCDK'ê hişyariya provokasyonan da.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); li bajarê Lille yê Fransayê  karkerê Kurdistanî yê bi navê Zîkrî Elî Avşîn ku di berberxaneyekê de kar dike, duh bi hêceta li stranên kurdî guhdar kiriye bi êrişa tirkekî bi navê Ramazan re rûbirû maye. Weliyê kurd bi sê derbên meqesa berber hatiye birîndarkirin.    Hat zanîn ku Zîkrî Elî Avşîn (27) ji Hewlerê ye û zewicî ye. Dema ku li berberxanê dixebitî, ew nijadparestê bi navê Ramazan ê tirk ket dikanê. Ji ber Avşîn li stranên kurdî guhdarî dikir, nijadperestê tirk gef lê xwar. Li ser bersiva Avşîn a "ez bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikim" nijadperestê tirk bi meqesa berber êrişî Avşîn kir.   Hat diyarkirin ku polîsan nijadperestê tirk kiriye binçavan. Zîkrî Elî Avşîn ê birîndar bû jî rakirin nexweşxaneya Lille.   Bi bihîstina bûyerê re Kurdistanî ber bi nexweşxaneyê ve çûn. Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên hatin nexweşxaneyê diyar kirin ku bi doktoran re axivîne, kesê birîndar tavilê emeliyat kirine û ev jî avantajek e ku zêde xwîn jê neçûye. Rayedaran bal kişand ser nijadperetstên tirk ku bi zanebûn dixwazin kurdan tehrîk bikin û provokasyonan bikin û hişyariya 'ji provokasyonan haydar bin" kirin.