DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir 2022-12-26 13:14:33   NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ’ê êrişeke çekdarî bir ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya li Reqayê.   DAIŞ’ê êrişeke çekdarî bir ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya li bakur rojavayê bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Hate hînbûn ku nêzî noxteya ku êriş lê hatiye kirin girtîgeheke ku DAIŞ’î lê tên ragirtin heye.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişê herêm dorpêç kir. Ji bo êrişkar werin girtin xebat hatin destpêkirin.