Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan 2022-12-26 14:48:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê bi hezaran kurd û dostên xwe li dijî komkujiya ku sê welatî û şoreşgerên kurd hatin qetilkirin meşiyan.    Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.     Bi hezaran kurd û dostên xwe bi armanca protestokirina Komkujiya Parîsê ya Duyemîn û bîranîna her sê qurbaniyan meş li dar xistin. Meşê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir û bi hezaran kes dirûşm berz kirin. Kurd û dostên xwe hêrsa xwe li dijî komkujiyê anîn ziman û xwestin  qetlîam bê ronîkirin.    Çalakvan heta Buroya Enfermasyonê ya Kurdan a li Gare Nordê ku qetlîama yekemîn pêk hat.    Berdevkê Dîplomasiyê yê CDK-F Agît Polat li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurd axivî. Polat bang li Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron kir û got: "Eger li van axan komkujiyeke nû neyê xwestin, divê pêşî li komkujiya 9'ê Çileyê bê ronîkirin. Ev peywira sereke ya serokwezîrê welatekî ye. Divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê jî bê rakirin."   Polat bal kişand ser daxuyaniya ku îro dozgeriyê daye û got: "Em qebûl nakin ku li ser bingeha nîjadperest, were nirxandin.”   Li ser navê TJK-F’ê jî Bêrîvan Firat axivî. Firat got: "Eger we qetlîama duh ronî bikira, wê îro Evîn, Mîr û Abdurrahman sax bûna. Kesên ku me qetil dikin, divê bizanibin em stûyê xwe xwar nakin.”   Di meşê de banga tevlîbûna meşê sibê hate kirin. Sibê wê gel ji pêşiya avahiya komeleyê bimeşin heta Wezareta Edaletê.