Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin 2022-12-26 14:49:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûna piştî êrişa li dijî noxteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê qewimî de 2 DAIŞ’î hatin kuştin.    DAIŞ’ê êrişeke çekdarî bir ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya li bakur rojavayê bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li dijî DAIŞ’iyên ku êrişa li dar xistin operasyon hate destpêkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonê de 2 DAIŞ’î kuştin. Li ser laşê DAIŞ’iyekî hat kuştin de teqemenî hate dîtin.