Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê 2022-12-26 22:09:22   COLEMÊRG - Cenazeyê leşkerekî din jî ku di operasyonên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê de hat kuştin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.   Operasyonên eskerî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Li gorî agahiyên bi dest ketin, îro saet li dor 20.30'yî cenazeyê eskerekî din jî yê di van operasyonan de hatiye kuştin, bi helîkopterê anîne Tûgaya Qomando ya Çiyê ya Colemêrgê û ji wir jî bi ambulansê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.    TSK'ê hê der barê eskerekî mirî de tu daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.