ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-27 09:00:03   * Gelê kurd li dijî tevahiya êrişên li ser destkeftiyên xwe, di tevahiya salê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe dan. Kurd, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li dijî çekên kîmyewî daketin kolanan.    * Êlihiyan ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir, gotin: "Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiya li Rojhilata Navîn bes e. Demildest bila hevdîtin çêbibe."    * Hat hînkirin ku polîsê bi navê Î.A. gava bi wesayîta xwe tiryak biriye li ser rêya Mêrdîn-Amedê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye kuştin û bûyer ji raya giştî hatiye veşartin.    * Rojnamevan Omer Çelîk, ji ber ku e-postayên elketronîk ên aîdî Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak kiribû nûçe, hatibû girtin. Çelîk, têkildarî îşkenceya di binçavan de û cezayê lê hatiye birîn serî li AYM'yê da.    * Nûnerên rêxistinên elewiyan ku di Komxebata Elewiyan a Mezin de li hev kom bûn, destnîşan kirin ku daxwaza wan welatekî demokratîk û laîk û destûreke bingehîn a nû ye.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 659'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin dê li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre bê lidarxistin. Beriya Danişînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn. (09.00-10.00)   * Doza Qetlîama Gara Enqereyê dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin.(10.00)    * Danişîna 20'emîn a Doza Kobanê dê di roja 5'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP'ê ku li dijî tecrîdê li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin dê berdewam bike. (11.00)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP'ê dê li navçeyên Amedê serdanên xwe bidomînin. (10.00-19.00)