Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin 2022-12-27 11:40:59   ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beriya doza Denîz Poyraz li ber Girtîgeha Alîgayê axivî û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin doz bi yek bersûcî bê girtin.    Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre tê lidarxistin. Beriya Danişînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ji kujeran hesab bixwazin, Faşîzm wê têk biçe û em ê bi ser bikevin” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl, rêveberên HDP’ê, malbata Denîz Poyraz, gelek serokên baroyan, parêzer û hejmarek zêde welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji kêliya bûyer pêk hatiye heta niha tê xwestin ser dozê bê girtin û xebatên sîstematîk ji bo girtina dozê hatine kirin. Sancar da zanîn ku êrişa li dijî partiya sêyemîn a mezin û li sêyemîn bajarê mezin pêk hat kujer ne bi tena serê xwe pêk aniye û ji şiklê bûyerê pir eşkere ye ku cînayetek siyasî û rêxistinkirî ye.    DÎROKA CÎNAYETÊN SIYASΠ   Sancar anî ziman ku Tirkiyeyê her tim şahidiya qetlîam û êrişên siyasî kiriye û got: “Dîroka Tirkiyeyêbi cînayetên siyasî tije ye. Rêbaza hemû cînayet ango êrişan mîna hev e. Li şûna ku bûyer bi hemû hûrguliyên xwe ve were eşkerekirin û ronîkirin lê ser bûyeran hatiye niximandin. Ji ber vê yekê ye ku ev welat şahidiya êriş û qetlîamên siyasî dike. Gerînekek bixwîn hatiye afirandin û vê gerînekê welat ji azadiyê, aştiyê, aramiyê, edaletê û demokrasiye dûr xistiye. Heke ku êrişên berê ku pêk hatin bihatana ronîkirin wê niha ev welat ne din ava vê şermê de bûya.”    ‘DOZÊ REVANDIN’    Sancar destnîşan kir ku dadgeh jî ji bo rastiya êrişê derxe holê ji lêkolînan xwe daye paş û got: “Di taliye de ji bo ev doz ji çavê raya giştî bê revandin veguhestine vir. Ev senaryo pir nas e. Ev senaryo kir ku edalet têk çû û faşîzm li welat bicih bûye. Kêliya ku hevala me Denîz Poyraz hat qetilkirin me got ev plana aloziyê ye. Ji bo civakê dîzayn bikin û bi armanca hin bêtir pergalê otoriter bikin vê plana aloziyê xistine dewrê. Ji bo ev plana aloziyê were astengkirin çi ji destê me hat me kir.”    ‘BÊEDALETÎ BÊEWLEHIYÊ DIAFIRÎNE’    Sancar anî ziman ku dema bêedaletî kûr dibe, her biryara dadgehê her kesî mecbûrî ku di nava bêewlehiyê de bijîn de dike û wiha got: “Dema edalet ji holê radibe, kes nikare xwe di nava elehî û aramiyê de hîs bike. Em carek din li vir gazî heyeta dadgehê dikin. Em ê li hundir jî vê banga xwe dubare bikin, wezîfeya dadgeran ew e ku heqîqet û rastiyan derxe holê. Prensîba darizandina cezayî ew e ku di çarçoveya bingeha hiqûq gerdûnî de bê kirin. Heta ku heqîqeta madî dernekeve holê edalet jî pêk nayê. Dema edalet jî pêk neyê aştiya civakî û aramî jî nikare bê temînkirin. Wê her endamek darazê jî mîna me her kesî di bin xetereya bêewlehiyê de bijî. Heke îro ciwanan li vî welatî hêviya xwe winda kiribe, ji sedî 70’ê ciwanan naxwaze li vî welatî bijî sedem ew e ku xwe di ewlehiyê de hîs nakin.”    'EM Ê DESTÛR NEDIN KU DOZ BÊ GIRTIN’    Sancar destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin dosye ango doz bi yek bersûcî bê girtin û wiha axivî: “Dema kesek were cezakirin, wê hemû hêzên li pişt, têkiliyên di nava dewletê de veşartî dê bên hiştin. Heke ser dozê were niximandin dê rê li ber cînayetên siyasî yên nû veke. Em ê destûr nedin vê yekê. Ji dadgehê kîjan biryar derdikeve bila derkeve, lê me dixwazin ku dadgeh li gorî wîjdan tevigere û hemû hêzên li di nav bûyerê de derxe holê. Heke ew vê nekin, wê şopandina dozê li ser milên me bimîne. Em ê her ji bo edalet û heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.”    JINAN JÎ DAXUYANÎ DA    Piştî axaftina Sancar, endamên Jin Bihevre bi Hêz in a Îzmîrê daxuyanî dan. Dîdar Gul li ser navê jinana daxuyanî da û ew ê wek jinan heta dawiyê ji bo edaletê têbikoşin.