Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin 2022-12-27 13:34:31   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku daxwaza xwe ya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re li ber Meclisê anî ziman, banga “Gavê biavêjin” li Wezareta Dadê kir.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve dest bi meşê kirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenter Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiyan. Parlamenterên HDP’ê yên ku ji aliyê Polîsên Enqereyê ve li deriyê Meclisê hatin astengkirin li vir daxuyanî dan.    GUNAY: BÊEDALETÎ DI TECRÎDÊ DE ISRAR E   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, da zanîn ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber deriyê Wezareta Dadê di çalakiya nobetê de ne lê ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ve hatin astengkirin. Gunay, di berdewamê axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tecrîda ku em îtiraz dikin tam ev e. Dixwazin bînin bîra Wezareta Dadê, ku berpirsyarê rastî yê bicihanîna edaletê ye, parlamenterên yanî vîna gel li ber deriyê parlamentê tên astengkirin. Em bi wêneyekî rastiya Tirkiyeyê re rû bi rû ne ku edalet lê nîne, ku vîna gel lê tê astengkirin. Astengkirina vîna gel, mayîndekirina neheqiyê israrkirina di polîtîkayên tecrîdê de ye.”   ‘WEZARETA DADÊ BERPIRSYAR E’   Gunay, bi bîr xist ku beriya niha bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê gelek caran serlêdan kirine û wiha pê de çû: “Ev 6 roj in em li vir in, şandeyek bi serokatiya hevserokên me beriya niha serlêdan kiribû, şandeyek bi serokatiya Salîha Aydenîz careke din serlêdan kir. Piştî du hefteyan, bi komên parlamenterên me re, ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin me serî li Wezareta Dadê dan. Dema me serlêdanên xwe dikirin, piştî hevdîtina CPT'yê parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin bi israr serlêdanên xwe didomînin. Em bi israr in, parêzer bi israr in, lê Wezareta Dadê jî di bêhiqûqiyê de bi israr e. Dîsa tu daxwazên me nehatine bersivandin. Hê jî Wezareta Dadê ku bersiv nedaye tu daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtinê heye. Em ji vir careke din ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re dibêjin: Berpirsyariya her girtîgeheke li Tirkiyeyê di çarçoveya erka we de ye. Her burokratên wezaretê, bi taybetî jî hûn ji her bêhiqûqiya li girtîgehekê berpirsyar in.”   HER HEVDÎTIN WÊ JI DEMOKRASIYÊ RE XIZMETÊ BIKE   Gunay, anî ziman ku bi astengkirina hevdîtina parêzer û muwekîl re makeqanûn hatiye binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke serokê meqamê ku wê li vî welatî edaletê ava bike, bi israra di neheqî û tecrîdê de hûn sûc dikin. Em careke din li vir bang li we dikin: Di vî sûcî de israr nekin. Her hevdîtina bi Birêz Ocalan re destjêberdana ji tecrîdê û polîtîkayên şer e. Her hevdîtina bi Birêz Ocalan re wê li vî welatî xizmetê ji aştî, demokrasî û azadiyê re bike. Em ji bo vê li vir in. Em vê berpirsyariyê tînin bîra we. Pêkanîna aştî, azadî û demokrasiyê berpirsyariya me hemûyan e. Rêya vê yekê zelal e: Di serî de bi parêzerên xwe re divê têkiliya wî ya bi cîhan derve re were pêkanîn û tecrîda li Îmraliyê ji holê bê rakirin. Em dixwazin aştî û demokrasiyeke mayînde ji nû ve ava bikin.”   ‘DIVÊ WEZARETA DADÊ GAVAN BIAVÊJE’    Gunay, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Daxwaza me gelek hesan û zelal e. Pêkanîna hiqûqê ye. Em îro weke partiya herî mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê  ji bo hiqûq were pêkanîn em ber bi Wezareta Edaletê ve dimeşin û mixabin di Deriyê Dîkmenê yê Meclisê de hatin astengkirin. Ev astengî astengiya li dijî gel e, li dijî pêkanîna hiqûqê û makeqanûnê ye. Em ji vir careke din banga xwe dubare dikin, di bêhiqûqî û bêedaletiyê de israr nekin, ji bo parêzer û malbat li Îmraliyê hevdîtinê bikin demildest gavê biavêjin. Heta ku em encamekê bigirin em ê Nobeta xwe ya Edaletê bidomînin.”