Ji Doza Kobanê kes nehat berdan 2022-12-27 17:01:32   ENQERE - Dozger di Doza Kobanê de mutalaya xwe da û xwest siyasetmedar girtî bên darizandin.    Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja 6’emîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.    Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê şopandin.    Siyasetmedaran parastina xwe nekir û piştre dozger mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozger xwest girtina siyasetmedaran berdewam bike.    Siyasetmedaran diyar kirin ku ew ê li dijî mutalayê roja pêncşemê parastina xwe bikin û li ser daxwaza siyasetmedaran danişîn taloqî roja pêncşemê hat kirin.