Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin 2022-12-28 10:57:14   ENQERE - Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Eregliyê ku çalakiya greva birçîbûnê lê didome kontrola tenduristiyê ya girtiyan nayê kirin û saet û nîvan derdixin cihê hewadariyê.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan ku di 4’ê cotmehê de li dijî binpêkirinên mafan û tecrîda giran a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê hate destpêkirin, di 16’ê mijdarê de veguherî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li girtîgeha ku daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin, binpêkirinên mafên mirovan didomin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) di 26’ê kanûnê de bi girtiyan re hevdîtin kirin. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, wê hevdîtina xwe ya bi girtiyan û rêveberiya girtîgehê re bikin rapor û di rojên pêş de ji raya giştî re parve bikin.   ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM DIKE   Parêzerên ku têkildarî hevdîtinê nêrînên xwe û tiştên girtiyan ji wan re gotin ragihandin, anîn ziman ku li bloka C’yê ya girtîgehê 6 kes li heman korîdorê di hucreyên yek kesî de dimînin, beriya du hefteyan bi ser hucreyan de girtine û tiştên girtiyan hatine belavkirin. Parêzeran dan zanîn ku hucreya Hasan Muhammed Îbîş ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di hucreya yek kesî ya di heman korîdê de tê ragirtin, her tim di bin navê lêgerînê de bi ser de digirin û balif û pirtûkên wan hatin girtin. Parêzeran diyar kirin ku kontrola tenduristiyê ya girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de nayê kirin, vîtamînên B-12’yê nadin girtiyan û girtî di nava rojê de saet û nîvan derdixînin cihê hewadariyê.    GIRTIYÊ ASTENGDAR DI HUCREYÊ DE YE   Parêzeran bi lêv kir ku girtiyekî astengdar ku di hucreyê de tê ragirtin tevî daxwazan jî nagirin qawişa normal û tevî rapora wî heye wergirtina raporeke nû li wî tê ferzkirin. Hate hînbûn ku li vê qawişê jî cihê hewadariyê nîne. Parêzeran anîn ziman ku girtiyên daxwazên wan nayên pêşwazîkirin, ji ber çalakiya greva birçîbûnê gef li wan tên xwarin. Parêzeran dan zanîn ku girtî ji ber cezayê ragihandinê yê bi hinceta çalakiya greva birçîbûnê li wan hatiye birîn nikarin bi hev re têkiliyê deynin û hate ragihandin ku girtiyên bi pergala diyafonê daxwazên xwe yên rojane radigihînin, rastî tundiya psîkolojîk tên. Parêzaran ragihand ku li qawişan paceyek tenê heye, temame paceyan jî bi şîşikên hesin hatiye girtin û ji ber dîwar û têlan girtî nikarin asîman jî bibînin.    FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZΠ   Hate hînbûn ku li girtîgeha ku pirtûkxaneya wê nîne, tu pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de. Parêzeran diyar kir ku li girtîgeha ku cezayên dîsîplînê yên keyfî li girtiyan tên birîn, lêgerîna tazî tê ferzkirin.