Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye 2022-12-28 11:50:12 RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 660’emîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne wiha got: “Rêya me rêya edalet û demokrasiyê ye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 660’emîn de berdewam dike. Çalakiya nobeta edaletê ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar didomîne.    ‘HER KES DIZANE KU EM MAFDAR IN’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Rêya me jiyaneke layiqî rûmeta mirovahiyê ya di nava aştiyê de ye. Rêya me rêya edalet û demokrasiyê ye. Rêya me rêya hemwelatiya wekhev e, rêya azadiyê ye. Her kes baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in.”