Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e 2022-12-28 13:10:53   XARPÊT - Hat zanîn ku li Girtîgeha Xarpête ya Tîpa T’yê 5 girtiyan ji ber zext û binpêkirinên mafan di 22’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.    Li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T’yê roj nîne ku mafên girtiyan nayê binpêkirin. Hat zanîn ku 5 girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê ji ber zexta li wan tê kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêderoveger kirine. Çalakiya girtiyan di roja 7'emîn de berdewam dike.   Girtiyan bi rêya telefonê ji malbatê xwe re çalakiya dane destpêkirin ragihandin. Girtiyan ji malbatên xwe re wiha gotine: “Li ser pêya jimartin tê kirin. Em li dijî vê derdikevin. Midûrê girtîgehê yê yekemîn ji me re dibêjê ‘ev der Xarpêtê ne wekî cihekî din e, hûnê bibînin ku kî bi hêz e. Hûn ne girtiyên siyasî ne hûn terorîst in. Hûnê bibînin’. Dixwazin me bitirsînin û ji me dixwazin ku em teslîmî wan bibin.”   Malbatan dan zanîn ku êrişên derûnî li ser zarokên wan tên kirin û pêdiviyên wan nayên temînkirin. Her wiha malbatan got ku girtiyan ragihandiye ku sarînc û televîzyonê nadin wan.    Navên girtiyên ku di greva birçîbûnê de wiha ne: Mahîr Kapan, Celîl Dagtekîn, Nevzat Akbulak, Omer Ozkan û Ozgur Taş.