Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin 2022-12-28 17:46:00   ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrahinê 2 cerdevanan destdirêjî S.A.'yê kiribû û dêmariya wê jî ew daxilî nava fuhûşê kiribû. Di danişîna dozê de, parêzerên bersûcan gotin zarok deng ji xwe neaniye û nekiriye hawar û gazî û bi vî awayî destdirêjiyê parastin.    Li bajaroka Dêrahinê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê 2 cerdevanan destirêjî S.A.'ya 17 salî kiribûn û dêmariya wê jî ew daxilî nava fuhûşê kiribû. Danişîna 3'yan a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê hat lidarxistin. Ji bersûcan dêmarî Berîvan Aydemîr a girtî, bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tevlî danişînê bû û cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevanê teqawidbûyî Samî Yildiz ê destdirêjî S.A.'yê kiribûn jî tevlî danişînê bûn. Ji xeynî parêzerên bersûcan parêzerên Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê jî tevlî danişînê bûn. Ji ber ku hêwana danişînê biçûk bû, gelek kes nikaribûn tevlî danişînê bibin. Rojnamevanan jî li ser pêyan danişînç şopandin.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştî tespîtkirina nasnameyan ewilî bersûc hatin guhdarkirin. Bersûcan beyanên xwe yên berê dubare kirin û doza berdanê kirin.   Ji kesênd estirêjiyê kirine cerdevan Cengîz Aydemîr ku parastvanê Şaredarê AKP'î yê Dêrahinê Cemîl Yildiz bû, di parastina xwe de diyar kir ku ew cerdevan e û îdia kir ku 10 meh in bi awayekî neheq tê mexdûrkirin û doza berdanê kir. Kiryar Samî Yildiz jî derpêş kir ku tiştên pê tê tawanbarkirin ne rast in û xwest bê berdan.    Piştî parastina kiryaran meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêş kir û xwest girtina bersûcan bidome.    Paşê parêzerên bersûcan axivîn. Parêzerên bersûcan jî îdia kirin ku roja b»yer qewimiye temenê S.A.'yê di ser 18 salan re bûye û gotin: "Îfadeyên mexdûrê li hev dernayên. Mexdûr îdia dike ku dest dirêjî wê hatiye kirin. Madem wisa nexwe çima deng ji xwe neaniye yan jî nekiriye hawar û gazî. Mala wan li cihekî anvendî ye. Ger destdirêjî bûna, dê kesên li derdorê bibihîstana. S.A., keça Berîvan Aydemîrê ye. Gelo ma ne pêkan e ku ji ber hisûmeteke di navbera wan de S.A.'yê giliyê wê kiribe? Her du muwekîlên min jî cerdevan in û em doza berdana wan dikin."   Parêzeran derpêş kirin ku divê muwekîlênw an bi sûcê "destdirêjiya li zarok" neyên darizandin.    Paşê parêzerên zarokê axivîn. Parêzeran diyar kir ku temenê zarokê di qeyda nifûsê de sabît e û xwestin girtina bersûcan bidome.    Piştî parastinan heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî danişînê heyetê biryara domandina girtina bersûcan da û danişîna bê taloqî 13'ê Sibata 2023'yan kir.