ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-29 09:00:04     * Hevserokê HDP'a DÎlokê Avnî Bînîcî, destnîşan kir ku kesên xwe disipêrin şer di tecrîdê de israr dikin û got: "Heya tecrîd bidome, dê zext û zilm jî bidome."    * Berdevka PYD'ê Sema Begdaşê diyar kir ku serdana Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e û got: "Serdan, xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû."    * Li Rihayê li devera ku di salên 1990'î de wekî "Baregeha JÎTEM'ê" dihat bikaranîn, hestiyên mêrekî hatibûn dîtin. Piştî vê ji malbata Faîk Kevcî yê winda xwîn hat wergirtin.    * Jinan diyar kir ku armanca Komkujiya Parîsê ya 2'yan ew e ku sekteyê li têkoşîna tevgera jina kurd bixe û ev peyam dan: "Dê têkoşîna me ya li dijî komkujiyê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê bidome."   * Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 661'emîn de berdewam bike.    * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP'ê dê li navçeyên Sûr, Peyas, Rezan, Pasûr, Farqîn û Çêrmûgê yên Amedê serdana gel bikin. (09.00 - 18.00)   * Danişîna 20'emîn a Doza Kobanê dê di roja 7'emîn de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)    * Danişîna doza derbarê Seroka Konseya Navenda TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci de ji ber nirxandinên wê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatiye vekirin wê li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. Dê beriya danişînê daxuyanî bê dayîn. (12.30)   * Komeleya Jinan a Rosayê têkildarî salvegera 5'emîn a damezrandina xwe dê li avahiya komeleya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)