Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome 2022-12-29 09:00:58 DÎLOK - Hevserokê HDP'a DÎlokê Avnî Bînîcî destnîşan kir ku kesên xwe disipêrin şer di tecrîdê de israr dikin û got: "Heya tecrîd bidome, dê zext û zilm jî bidome."    Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv tên hiştin. Her wiha daxuyaniyên piştî serdana Komîteya Pêşîgritina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî fikar zêde kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyand ku hevdîtin bi muwekîlên wan re nehatiye kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Avnî Avci, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nirxand.    'DITIRSIN ŞER BIQEDE'   Bînîcî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelan tê pêkanîn. Bînîcî destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze bi tecrîdê "daxwazên gelê kurd û vîna gelê kurd teslîm bigire" û got ku desthilat dixwaze dengên li dijî vê dertên jî bitepisîne. Bînîcî wiha axivî: "Kengî dengê birêz Ocalan bigihêje gelan, daxwaza ji bo aştiyê bi dengekî bilind tê bilêvkirin. Gava gel dengê birêz Ocalan dibihîsin, xwe ewle hîs dikin. Lewma bi tecrîdê re dixwazin di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd bifetisînin. Ji bo fikirên birêz Ocalan negihên civakê, tecrîd tê pêkanîn. Ji lew re gava dengê birêz Ocalan bigihê gelan, dê pêşî li ber vî şerî bê girtin. Kesên xwe disipêrin şer, ditirsin ku ev şer biqede. Lewma tecrîda heyî her roj kûrtir dikin."    KRÎZ Û TECRÎD   Bînîcî axaftina xwe wiha domand: "AKP-MHP ji rastiyan ditirse. Ji lew re hebûna xwe bi şer didomînin. Dixwazin bi polîtîkayên şer ber bi hilbijartinê ve biçin. Li Tirkiyeyê tekane rêya aştî û aramiyê pêkanîna hevdîtina bi birêz Ocalan û şikandina vê tecrîdê ye."    Bînîcî bilêv kir ku desthilat xwe bi zextan û zilmê li ser pêyan dihêle û got: "Di rojên pêş de dibe ku vê tecrîdê kûrtir bikin. Hêviya me ji vê dewletê nemaye. Em bawer nakin ku dê hevdîtinên ji bo aştiyê jî dest pê bikin û ji bo vekirina pêşiya siyaseta demokratîk gav bên avêtin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye di warê siyasî û aborî û di hemû qadên jiyanê de bandorê li me dike. Sedema herî girîng a vê krîza aboriyê jî tecrîd e. Gelek kes têkiliya di navbera aborî û tecrîdê de nabînin. Têkiliya wan rasterast bi hev re heye. Ji lew re heya ku tecrîd bidome, dê şer jî bidome. Pereyê ku ji bo şer tê veqetandin dê têra hemû gel bike. Li cihê ku şer lê hebe aştî û aramî lê tune ye. Ger ev şer bisekine, pereyê ji bo şer tê xerckirin dê ji bo gel bê xerckirin. Ger şer bisekine, dê krîz jî nemîne û gel aram bibin."    ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Bînîc destnîşan kir polîtîkayênn heyî yên dewletê talûkeyeke mezin di xwe de dihewîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî vê divê em dewletê ber bi xeta siyaset demokratîk û xeta aştiyê ve bikişînin. Lewma kesên li dijî tecrîdê doza aştiyê dikin tên astengkirin. Ev tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan e. Ev divê rast bê fêmkirin. Heya tecrîd bidome, dê zext û zilm jî bidome. Ji bo bidawîbûna van êşan, ji bo civakeke azad û ji bo siyaseteke demokratîk û jiyaneke aştiyane demildest divê dawî li vê tecrîdê bê."    MA / Omer Akin