Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû 2022-12-29 09:01:25 RIHA - Berdevka PYD'ê Sema Begdaş diyar kir ku serdana Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e û got: "Serdan, xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû."  Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî, di 20'ê Kanûnê de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û hevdîtin bi nûnerên Rêveberiya Xweser re kir. Talabanî hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk re hevdîtin kir. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser êrişên li hemberî destkeftiyên kurdan, yekîtiya neteweyî û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hatiye sekinandin. Berdevka PYD'ê Sema Begdaşê, serdana Talabanî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Begdaş destnîşan kir ku ev serdan di demeke wisa de ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dijwar pêk tên hçêbûye û got ku destkeftiyên kurdan di xetereyê de ne. Begdaş wiha got: "Tenê ne li Rojavayê, li Başûr jî hebûn û tunebûna kurdan di xetereyê de ye."    Begdaş bilêv kir ku ji ber vê serdana Talabanî girîng e û got: "Ji ber vê divê hemû partî û rêxistinên civaka sivîl ên li Kurdistanê bên cem hev û hêza xwe bikin yek. Ji bo yekîtiya li dijî êrişan, ev serdana di demeke dîrokî de hatiye kirin girîng e."    Begdaş da zanîn ku di warê siyasî, leşkerî û dîplomasiyê de têkiliya wan a bi YNK'ê re baş e û got ku ji bo xurtkirina vê dixebitin.    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Begdaş îşaret bi êrişên li ser destkeftiyên kurdan kir û got: "Îro ro kurd li her derê cîhanê hedef tên girtin. Me li Parîsê li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya dît bê hunermendê kurd û jinên kurd çawa hatin şehîdkirin. Me careke din jî dît ku divê em li dijî van komkujiyan bibin yek."    Begdaş bilêv kir ku ji bo parastina destkeftiyên kurdan divê ew ruhê li Kobanê, Şengal û Mexmûrê bê zîndekirin û wiha got: "Di warê parastina Kurdistanê de me girîngiya yekîtiyê li vir dît. Îro ro derfetên kurdan ên ji bo yekîtiya neteweyî hene. Di vê sedsalê de divê kurd careke din nebin qurbana planên dewletên navneteweyî. Lewma em bi serdana Bafil Talabanî kêfxweş in."    'EM RÊ NEDIN PARÇEKIRINÊ'   Begdaş anî ziman ku di warê bidestxistina destkeftiyan de hêviya ku Şoreşa Rojavayê afirandiye girîng e û wiha pê de çû: "Lewma di warê xwedîderketina li destkeftiyan û Rojavayê de divê kurd li dijî êrişên li ser her çar parçeyan bi hev re tevbigerin. Divê kurd bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê bidin. Divê em yekîtiya xwe çêbikin, hêza xwe ji yekîtiyê bigirin û nehêlin Kurdistan careke din bê parçekirin."    Begdaş bilêv kir ku hatina cen hev a partiyên kurdan di warê derûnî de kurdan rihet dike û got ku serdana vê dawiyê jî mirov dikare di vî warî de binirxîne. Begdaş wiha domand: "Di demeke wisa de ku êrişine mezin li ser Rojavayê hene, serdanên bi vî rengî di warê xwedîderketinê de baş in. Ev serdan, xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû. Gelê me vê serdanê bi awayekî erênî dinirxîne. Dijminên kurdan nahêlin kurd bên cem hev du. Siyaseta wan ji bo xerakirina vê yekîtiyê ye."    Begdaş di dawiyê de ev tişt gotin: "Bavên me, kalên me, Şêx Seîd, Qazî Mihemed û pêşengên din, dixwestin kurd bibin yek. Gel jî dixwaze serdanên bi vî rengî zêde bin."    MA / Mujdat Can