Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir 2022-12-29 14:05:09   AMED/RIHA - Pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî, li Amedê ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kirin, li Rihayê jî girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hate şermezarkirin.    Pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî nerazîbûnê nîşanî operasyona 23’yê kanûnê ya li dijî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û girtina Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir û Hevserokê Amedê Hayrettîn Altûn bidin, ji bo piştevaniyê serdana Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê kirin. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat a Şoreşger (DDKD) Abdûlhey Okûmûş, rêveberên Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk pêşwazî kirin.    ‘ÊRIŞ LI DIJÎ KURDAN E’   Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek ku tiştên li dijî DBP’ê hatin kirin şermezar kir, wiha got: “Li cihekî ku ev qas binçavkirin lê hatin kirin ji bo ûsûlê Bayindir û Altûn hatin girtin. Sedemeke vê heye. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê di pêvajoya hilbijartinê de bi zêdekirina zext û êrîşan armanc dike ku di hilbijartinan de serbikeve. Lê belê ev hewldanên pûç in.” Piştre jî Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş axivî û diyar kir ku êriş ne tenê li dijî DBP’ê, li dijî hemû gelê kurd pêk tê û ji ber vê yekê divê hemû gelê kurd li dora yekitiyê bibin yek û têbikoşin.     DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî bi lêv kir ku girîng e li dijî êrişan bi hev re bisekinin û AKP bi bikaranîna nirxên xwe yên Îslamî re hewl dide desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle û bi rengekî ku li gorî van nirxan tevnegerin zilmê li gelê kurd dike. Aşitî, bang kir ku Bayindir û Altûn demildest bên berdan û anî ziman ku wê li dijî êrişan bi hev re têbikoşin. Berdevkê DDKD’ê Abdûlhey Okûmûş ku diyar kir ku ne cara ewil e tê kirin, diyar kir ku êriş û zextên li partiyên kurd tên kirin qebûl nakin.    ‘ÊRIŞA LI DIJÎ KURDAN SÎNOR NAS NAKE’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî ji bo piştevaniyê spasiyên xwe peşkeşî Tifaqê kirin û wiha got: “Li dijî êrişên wiha yên li ser gelê kurd yekitî girîng e. Ji ber vê yekê em weke DBP’ê xebatên xwe di nava gel û partiyên kurd de dimeşînin.” Aydenîz, destnîşan kir ku desthilat ji gelê kurd ditirse û wiha berdewam kir: “Bila yên êriş kirin baş bizanin ku ji tarîtiyê û faşîzmê ditirsin. Tişta ku dikin ev e. Bila baş bizanin ku hatin dawiya siyaseta xwe ya qirêj. Ji ber vê dizanin êriş dikin. Êriş bi qirkirinên siyasî, bi operasyonên siyasî, bi çekên kîmyewî, kuştin û koçberkirinê berdewam dikin. Êrişên pergalê yên li dijî gelê kurd li çar parçeyan ne bi sînor e. Li Fransayê 3 kurd qetilkirin. Duh Roboskê, Cizîr, Sûr, Nisêbîn îro Fransa. Li dijî gelê kurd komkujî xelas nabin. Divê em li dijî van êrişan têbikoşin. Yekitiya gelê kurd di vê noxteyê de girîng e. Têkoşîna bi hev re girîng e.”   LI RIHAYÊ GIRTINA BAYINDIR HATE ŞERMEZARKIRIN   Li Rihayê jî Girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hate şermezarkirin. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina DBP’a Rihayê li Qada Topçû hat dayîn, bi beşdariya hejmareke zêde kesî pêk hat. Rêveberê DBP’ê Memduh Kizgît ku di daxuyaniya pankarta “Zext û girtin nikarin çavên me bitirsînin” hate vekirn de axivî, anî ziman ku di operasyona hate kirin de avahiya partiya wan bi awayekî korsanvarî hate lêgerîn   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê operasyonên xwe yên li dijî siyaseta demokratîk didomîne û wiha got: “Em dizanin kê ev biryara girtinê daye. Em dizanin darazê ji kê ferman girtî ye. Edalet li vî welatî ne serbixwe ye. Em li dijî van zextan têkoşîna xwe bidomînin. Dest ji tasfiyekirina siyaseta demokratîk berdin, Keskîn Bayindir serbest berdin.”