Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê 2022-12-29 16:13:18 AMED – Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz bi mebesta piştevaniya bi DBP’ê re ku hevserokê wê yê giştî hatibû girtin, çû serdana Buroya Pêywendiyan a Amedê ya Navenda Giştî ya DBP’ê.    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, bi mebesta piştevaniyê çû serdana Buroya Peywendiyan a Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê ku polîsan di 23’yê de bi ser de girtibû û Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hatibû girtin. Akdenîz û şandeya pê re ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ve hatin pêşwazîkirin.    Di serdanê de Akdenîz operasyonên siyasî nirxand û diyar kir ku divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar bê dayîn. Akdenîz, seta pirtûkan a Arjîn Arî ku ji Weşanên Sor hatiye çapkirin diyarî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn kir û xwest ji wan re bên şandin.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî daxuyand ku ji ber ku dema neheqî li kurdan tên kirin hemû kes xwe bêdeng dike û bertekan nîşanî girtina siyasetmedarên kurd nadin; rejîma qeyûm li tevahiya welêt belav bûye, Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî û êriş li ser hemû kesî tên kirin. Aydenîz da zanîn ku dê bi têkoşîneke hevpar bi ser kevin û ji bo serdanê jî spasiya şandeya EMEP’ê kir.