Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk 2022-12-29 16:57:17   RIHA - Şîna Îsmaîl Çelîk ku li herêma Zapê di encama êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû, li Pirsûsê hate danîn. Bi sedan kes çûn serdana şînê û sersaxî ji malbata Çelîk xwestin.    Di encama êrişa bi çekên kîmyewî ya dewleta tirk a di 5’ê mijdarê li dijî gundê Saca yê herêma Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jî Îsmaîl Çelîk (Azad Pirsûs) bû. Ji bo Pirsûs, li navçeya Pirsûs a Rihayê şîn hate danîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, endam û rêveberên rêxistinên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan, aktîvîstê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes çûn serdana şînê.    Di tevahiya rojê de bi sedan kes çûn cihê şînê û sersaxî ji malbata Çelîk xwestin.