Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin 2022-12-29 19:20:25   STENBOL - Biryara domandina girtina Seroka TTB’yê Şebnem Korûr Fîncanciyê, hat şermezarkirin.    Danişîna doza Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de yên ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn bikaranîn bi îdiaya “propagandayê rêxistinê“ hatibû girtin, li Dadgeha Cezayên Giran a 24’an a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Piştîdanişînê ku Fîncanci nehat berdan, bi armanca protestokirinê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Gelek parlamenterên HDP û CHP’ê, endamên Konseya Navenda TTB’yê, ji gelek welatan nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya “TTB, rûmeta me ye“ û “Fîncanci rûmeta me ye“ hatin berzkirin.   Merîç Eyuboglûyê, parêzera Fîncanciyê, diyar kir ku di nava hefteyekê de du danişîn hatine lidarxistin û got: “Em li hêviyê bûn ku doz îro biqede û bi hêviya ku mamoste Şebnemê wergirin û biçin, hatin vir. Lê dadgehê biryara domandina girtina wê da. Li gor dadgehê ka 2 meh çi ne. Yên li vî welatî bikevin girtîgehê divê pir di girtîgehê de bimînin.“    Eyuboglû anî ziman ku ew dev ji israra xwe bernadin.   ‘ŞERM E LI SER NAVÊ DEMOKRASIYÊ’    Serokê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ê duyemin Alî Îhsan Okten metna daxuyaniyê ya ji bo çapemeniyê xwend. Otken bal kişand ser zextên ku li Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê tên kirin û diyar kir ku rêgezên dewleta hiqûqê ya demokratîk û xweseriya zanistî ya zanyaran tune tên hesabkirin û got ku ev yek li ser navê demokrasiyê şermek e ku nabe mirov qebûl bike.“    ‘BANGA BILA TTB BÊ GIRTIN NE LÊRASTHATINÎ YE’     Otuken ragihand ku destwerdanên wiha yên antîdemokratîk ên li rêgezên serxwebûyîna pîşeyî ya TTB’ê tên kirin bi armanca çavtirsandinê ne û got: “Deshilatdariyê qîma xwe bi vê neaniye, bi ser de ji bo ji erka xwe bê bidûrxistin dozname amade kiriye û demên dawîn lêpirsîn li hemû endamên Konseya Navendî kirine. Tiştê em ji van hemû geşedanan fêm dikin ew e ku tevahiya rêxistina TTB’yê bi gefan re rû bi rû ye. Banga ‘Bila TTB bê girtin, navê wê bê guhertin, rêveberên wê bên girtin’ ne lêrashatinî ye. Bila zextên li ser TTB’yê bi dawî bibin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.