Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê 2022-12-29 21:06:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, bang li Tirkiyeyê kirin ku tenbiyên CPT'yê esas bigire û dawî li tecrîda derqanûnî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne.   Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, serî li Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan ku di 20-29’ê Îlonê de serdana Girava Îmraliyê kiribû. Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî bang li Tirkiyeyê kirin ku tenbiyên CPT'yê esas bigire û dawî li tecrîda derqanûnî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne.   Koma Destwerdana Qanûnî ya Navneteweyî ya Navenda Vekolîn û Lêkolîna li ser Demokrasiyê (CRED/GILI), Komeleya Parêzerên Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokratîk ên Ewropayî (AED), Gîûrîstî Demokratîk a Îtalyayê (GD), ji Elmanyayê Repûblîkanîscher Anwältînnen- ûnd Anwältevereîn e.V. (RAV), Vereînîgûng Demokratîscher Jûrîstînnen ûnd Jûrîsten e.V. (VDJ) ve Vereîn Fur Demokratîe ûnd Internatîonales Recht (Maf-Dad), ji Belçîkayê Syndîcat des Avocats pour la Démocratîe (SAD) û ji Hollandayê Verenîgîng Socîale Advocatûûr Nederland di serlêdanê de bang li Tirkiyeyê kirin ku tenbiyên CPT’yê esas bigire û dawî li tecrîda derqanûnş li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne.   20 SAL IN HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN   Saziyan diyar kir ku 20 sal in hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ji sala 2019’an heta niha nehatiye hiştin ku Ocalan bi parêzerên xwe re û ji Adara 2020’an heta niha jî nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi malbata xwe re bike.   REWŞ JI SALA 2016’AN HETA NIHA BAŞ NEBÛYE   Di serlêdanê de îşaret bi rapora sala 2020’an a li ser serdana sala 2019’an a CPT’yê hat kirin û ev bang hat kirin: “Ji serdana sala 2016’an a CPT’yê ta roja îro şertên girtiyan baş nebûne. Li gor fikira komîteyê ‘nabe ku mirov vê rewşê qebûl bike. Ev hem ji bo danîna têkiliyê bi sê girtiyên din ên li Îmraliyê re hem jî ji bo astengkirina serdana malbatê û parêzeran derbasdar e. Lewma CPT, bi taybetî ji bo Girtîgeha Îmraliyê û bi giştî ji bo tevahiya girtîgehan divê ji bo hemû girtiyan pergaleke domdar û bi rêk û pêk a serdanê bi malbat û parêzeran re bê avakirin."   BANGA JI BO EŞKEREKIRINA DANEZANÊ    Di serlêdanê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku guh bide rexneyên CPT’yê û ev tişt hatin destnîşankirin: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku tenbiyên CPT’yê esas bigire, têkildarî serdana parêzer û malbatan û di vê çarçoveyê de rêzê li hikumên qanûnî yên Ewropayê û navneteweyî bigire. Her wiha em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin venihêrîna meha Îlonê ya sala 2022’yan a CPT’yê eşkere bike û demildest rê li ber weşandina rapora CPT’yê vebike. Têkildarî redkirina pêşniyazên CPT’yê yên li hikûmeta Tirkiyeyê, em bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê dikin ku vê yekê bide ber nîqaşê û gavên pêwist biavêje. Beramberî redkirina tenbiyên CPT’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve, em bang li CPT’yê dikin ku sûdê ji xala 10’emîn a peymanê bigire û li ser bedkariyên bingehîn bandora wê ya li ser girtiyên li Îmraliyê danezanekê biweşîne.“