ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-30 09:00:19     * Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî got ku siyaseta Tirkiyeyê sala 2022’yan bi tecrîd, şer û operasyonên tesfiyekirinê derbas kir û wiha got: “Ev siyaset ji bo tu pirsgirêkan nabe çareserî. Dê sedsala duyemîn bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike. Ev yek jî bi fikrên birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”    * Hevserokê OHD a Şaxa Wanê Medenî Gur diyar kir ku li Îmraliyê destûra bingehîn a ku hevdîtina girtiyan a bi parêzer û serdêran re mîsgoer kiriye tê binpêkirin û got: "Tirkiye têkildarî penaberan bi Ewropayê re peymanek çêkir. Ewropayê beramberiya vê hin tawîz dan Tirkiyeyê û ji van tawîzan a sereke daxwaza Kurdan a ji bo statuyê ye."    * Endama Koordînasyona Kongra Starê Elîf Mihemed ragihand ku li Kantona Şehbayê ku 30 hezar kes lê dijîn, ji ber êrişên Tirkiyeyê û ambargoya hikûmeta Şamê di warê peydakirina dermanan, zexîre û ardû de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.    * Mahsûn Akkoyûn, birayê girtî Azad Akkoyûn, da zanîn ku birayê wî ji bo darizandineke adil 8 roj in di rojiya mirinê de ye û dayika wî Remziye Akkoyûn jî 3 sal in li ber avahiya HDP'a Amedê ye û li kurê xwe digere.    * Li gorî rapora DFG’ê 87 rojnameger dê li girtîgehê sala nû pêşwazî bikin. Rojnameger Hakki Boltan anî ziman ku xwedîderketina li rojnamegeran di heman demê de xwedîderketina ragihandina nûçeyan e û ev mîsyona herkesî ye.   * Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî roj bi roj xirab dibe. Hefteya borî ew du caran rakirine nexweşxaneyê û lli nexweşxaneyê ew bi awayekî destkelemçekirî derman kirine.    * Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 662’yemîn de berdewam bike.    * Danişîna 20'emîn a Doza Kobanê dê di roja 8'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, dê berdewam bike. (11.00)    * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê dê li navçeya Gêl, Karaz, Licê, Rezan û Çêrmûgê serdana gel bikin. (10.00 - 15.00)   * Şaxa ÎHD’a Amedê wê li Girtîgeha Amedê serdana Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û rojnamevanan bike û pişt re li ber girtîgehê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Şaxa OHD’a Stenbolê, dê têkildarî girtîgehan rapora 6 mehan li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (12.30)    * Nûnerên PSK’ê û PAK’ê wê serdana Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê bikin. (13.00)