Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e 2022-12-30 12:27:34 RIHA - Ferît Şenyaşar ê di roja 662’yemîn de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, têkildarî sala 2022’yan ku bi dawî dibe wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku her kesên ev bêhiqûqî li me kirine wê bên darizandin. Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e.”  Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de daye destpêkirin di roja 662’yan de berdewam dike.    ‘BILA ZILMA WE SERÊ WE BIXWE’   Emîne Şenyaşar a têkildarî nobetê axivî, diyar kir ku di sala 2022’yan de zilm kişandine û wiha got: “Bila di sala 2023’yan de zilma we serê we bixwe, kurê min were malê. Em edaletê dixwazin. Bila her kesên neheqî li girtîgehan tên ragirtin bên berdan.”   JI BO SALA 2023’YAN DAXWAZA EDALETÊ KIR   Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku li ber edliyeyê sala 2022’yan ji bo wan bi zext, zilm û mudaxileyan derbas bû û bi bîr xist ku di sala 2022’yan de yekane daxwaza wan pêkanîna edaletê bû. Şenyaşar di berdewamê axaftina xwe de wiha got: “Edalet wê rojekê ji her kesê re lazim bibe. Di holê de bêhiqûqiyek heye, zilmek heye. Ji ber kesê komkujî pêk aniye parlamenterê partiya desthilatê ye, daraz naxebite. Me ev zilma li me hate kirin qebûl nakin. Em di wê baweriyê de ne ku her kesên ev bêhiqûqî li me kirine wê bên darizandin. Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e. Em jiyaneke bêedalet naxwazin. Jiyaneke bêedalet zilm e.”