Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin 2022-12-30 13:13:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di Komkujiya Parîsê ya duyemîn de hatin qetilkirin, bi hêceta sersalê wergirtina cenazeyan hatiye sekinandin.  Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.    Birîndar li nexweşxaneyên cuda yên li Parîsê tên tedawîkirin. Yek ji van birîndaran duh ji nexweşxaneyê hat derxistin û rewşa silametiya her du birîndarên din jî baş e û lê di çavdêriya nexweşxaneyê de tên ragirtin.    Cenazeyê her sê welatiyên kurd jî li Saziya Tiba Edlî ya Parîsê tên sekinandin. Malbatan di 27’ê kanûnê de cenazeyan teşhîs kirin û hat zanîn ku bi hêceta sersalê wergirtina cenazeyan hatiye astengkirin. Nayê zanîn ku wê malbat kengê cenazeyan werbigirin.