Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin 2022-12-30 13:50:39   EDENE - Cûmalî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonê tê ragirtin, diyar kir ku gardiyan her tim li pey provokasyona ne û wiha bang kir: “Bila kesên li Meclisê bên li kamerayan binêrin.    Binpêkirinên mafan, zext û pêkanînên îşkenceyê yên li dijî girtiyan, ji rojevê nakevin. Cûmalî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonê tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû dimînin vegotin. Yildirim anî ziman ku hejmartina ser piyan li wan tê ferzkirin û ragihand ku gardiyan wan her tim tahrîk dikin.    Yildirim, di axaftina xwe ya bi telefonê de wiha got: “Li vir seqetiyek an mirinek çêbibe berpirsyarê vê karmend in. Gardiyan li pey provokasyonan in. Me îro bi hevalên xwe re ji Wezareta Dadê re daxwaznameyek nivîsand. Di hewayê sar de xwestin bi darê zorê derxînin derve. Li ser vê yekê me dirûşmeya ‘rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’ berz kir. Duh di bin navê lêgerînê de bi qawişên me de girtin û belav kirin. Yên li Meclisê dibêjin ‘li girtîgehan îşkence nîne’, bila werin li kamerayan binêrin.”