Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin 2022-12-30 15:51:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir rojnamevan Can Dundar li “lîsteya gewr” zêde kir.    Wezareta Karên Hundir rojnamevan Can Dundar li “lîsteya kesên lêgerîna wan ji ber terorê heye” zêde kir. Hate diyarkirin ku Dundar ê di kategoriya “gewr” de cih digire ji “FETO/PYD’ê” lêgerîna wî heye.    14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber nûçeya TIR’ên MÎT’ê ya di sala 2015’an de hatibû weşandin, di darizandina duyemîn de 27 sal û 6 meh cezayê hefsê li Dundar birîbû. Dest danîbûn ser mal û milkên Dundar.