Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve 2022-12-30 22:02:17   AMED- KCD, DBP û HDP li navçe û taxên Amedê serdana gel kirin û di serdanan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî.    Hevdîtinên bi gel re yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bênavber didomin. Îro li navçeya Karaz, Rezan, Licê, Gêl û Çêrmûkê serdana gel hat kirin.    KARAZ   HDP, li navçeya Karazê ya Amedê bi gel re civiya. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, rêveberên partiyê yên bajêr û endamên partiyê û Partiya Çep a Kesk li HDP'a Karazê bi gel re civiyan. Paşê şande li qehwexaneyeke Mehla Jorînê bi gel re civiya. Li vir Taşçier axivî. Taşçier destnîşan kir ku şerekî mezin heye û navbera Tirkiyeyê û tu cîranên wê nebaş e û wiha pê de çû: "Çima? Ji lew re li wan deran kurd hene. Êrişî kurdan dike. Çendî tu eleqeya wan bi kurdan re tune ye û kevirke jî neavêtine aliyê Tirkiyeyê, Tirkiye êrişî wan dike. Ji ber ku kurdên li wir dixwazin xwe bi rê ve bibin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî êrişî kurdan dike. Yanî dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd didomîne."    Taşçier bilêv kir ku budçeya Tirkiyeyê ku bi bacên gel tê komkirin ji bo şer tê veqetandin û got: "Ev pere ji berîka gelê kurd dertê. Bacê ji me distînin û pê êrişî kurdan dikin. Êdî divê em pêşî li vê bigirin."    Atasoyê jî destnîşan kir ku kesên dibêjin "dê vîna gel di sindoqan de diyar bibe", gava mesele tê ser vîna kurdan bi awayekî bêhiqûqî qeyûman tayin dikin û got ku ev berdewama feraseta dagirkeriyê ye.    Şande paşê çû gundê Hewrê. Şande li cir bi girseyî hat pêşwazîkirin û ji vir jî derbasî gundê Qetînê bû.    GÊL   Şandeya ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî di nav de li gundê Ayntirtê yê navçeya Gêlê bi gel re civiya. Şande bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.    Ozturk bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê û got: "Dijminatiya wan a li hemberî kurdan, ew anîna sta qedandinm. Gelê kurd qebûl nekirin, dê qebûl nekin. Lê dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve. Gelê kurd bi salan e têdikoşe. Gel ji bo jiyaneke azad têdikoşe. Li Rojavayê çekên kîmyewî bi kar tînin. 7-8 çekên kîmyewî yên bikaranîna wan qedexe bi kar tînin."    ÇÊRMÛG, PASÛR, REZAN   Paşê şandeya ku Berdevka Ciwanên HDP'ê Dersim Dag jî di nav de li navçeya Rezanê û Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û yên pê re li navçeya Pasûr û Licê û Şandeya Hevseroka HDP'ê ya Amedê di nav de jî li navçeya Çêrmûgê serdana gel kirin. Di serdanan de rojev hat nirxandin.