Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin 2022-12-31 09:47:28   STENBOL - Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku heke di sala nû de piştevanî berfireh bibe dê tecrîd bê rakirin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tên ragirtin, 21 meh in tu agahî nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Ocalan dike, herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi telefonê bi malbata xwe re li ser fikarên raya giştî ya derbarê tenduristî û ewlehiya xwe de hevdîtin pêk anî. Piştî 4 deqe û nîv telefon hat qutkirin û serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Ocalan nayên bersivandin.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez tecrîda li ser miwekîlên xwe nirxand.    PERGALA ÎMRALIYÊ    Bîlmez diyar kir ku ji roja Ocalan xistine Girtîgeha Îmraliyê li wir “pergalek taybet” hatiye avakirin û wiha got: “Li Îmraliyê pergalek tecrîdê ku hezên navnetewî aktoriya wê dikin, heye. Mixabin ev pergal gihîştiye asta herî xeternak. Li Îmraliyê hemû qanûn û hiqûq hatiye xetimandin. Bi salane em parêzer, malbatên wan û rêxistinên sivîl nikarin biçin Îmraliyê. Em derbarê rewşa miwekîlên xwe de tu agahiyê nagirin. Em nizanin rewşa wan çiye. Mixabin pergalek hişk li wir heye.”    'CEZA NE HIQÛQÎ NE’    Bîlmez da zanîn ku 21 meh in li daxwaza hevdîtinên wan bi cezayên dîsiplînê yên ku otomatik hatine girêdan tê redkirin û hevdîtina parêzer û malbatan bi qedexekirinê tê astengkirin. Bîlmez diyar kir ku cezayên li miwekîlên wan tên birîn nehiqûqî ne.    ‘ÊDÎ EM DIXWAZIN AGAHÎ JI MIWEKÎLÊN XWE BIGIRIN’    Bîlmez anî ziman ku ji bilî wan, ji qada netewî û navnetewî hiqûqnasan û siyasetmedaran jî ji bo hevdîtinên li gel Ocalan serlêdanan kirine û tevî ev yek gelek girîng e jî Wezareta Dadê tu bersiv nedaye serlêdanan. Bîlmez got heke piştevaniya bi vî rengî bidome ew ê bigihîjin encamê.  Bîlmez anî ziman ku meseleya tecrîda girankirî meseleyek dijwar e û li gel ku her kes bi rola xwe radibe jî lê dîsa ji aliyê rayedaran ve tu gav nehatine avêtin û got: “Meseleya tecrîdê tenê ne meseleya kurdan e. Tecrîd hem Kurdistanê hem jî Tirkiyeyê eleqedar dike. Heke ev piştevaniya mezin bibome, em bibawerin em ê bigihîjin serkeftinê. Me serî li gelek sazî û dezehên Ewropayê jî da. Em carek din li vir gazî dikin û dibêjin, em dixwazin ji miwekîlên xwe agahî bigirin û biçin gel wan hevdîtinê bikin. Divê tavilê astengiyên li pêşiya me rabin. Tu luksek me ya ku em ê salek din jî li benda agahî girtina ji Îmraliyê bisekinin nîne. Dema ku tecrîd tê kûrkirin hemû rêyên li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd jî tên girtin. Tecrîd û meseleya kurd bi hev ve girêdayî ye. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê akgorê herî girîng e.”     'DI 2023’YAN DE TECRÎD DÊ BÊ RAKIRIN’   Bîlmez diyar kir ku di nava salekê de tecrîdê bi her awayî xwe da nîşandan û wiha got: “Bêhiqûqî û neheqî gelek zêde bûye. Ji bo me hevgirtinek ango piştgiriyek pir girîng û watedar hebû. Divê wisa berdewam bike. Ez wisa difikirim ku bi mezinbûna vê hevgirtinê di demeke ne zêde dirêj de em ê encaman bi dest bixin û vê tecrîdê bişkînin. Ez di wê baweriyê de me ku heke di sala 2023’yan de em ê vê hevgirtinê hîn berfirehtir bikin û em ê tecrîdê ji holê rakin.”    MA / Ergîn Çaglar - Rûkiye Adiguzel