Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin 2022-12-31 10:11:01     MÊRDÎN - Sekvan Mûtlû yê 87 salî ku kurekî wî li Cizîrê, keçeke wî li Avaşîn û kurekî wî jî li Amûdê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê da û got: "Dê muhtacî kurdan bibin."    Polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê yên li dijî kurdan hem fîzîkî, hem çandî û hem jî di warê siyasî de didomin. Li hemberî van polîtîkayan jî heqîqeteke berxwedêr a kurdan heye. Ji kesên ku di nava vê heqîqeta berxwedêr de mezin bûye, yek jê jî Sekvan Mûtlûyê 87 salî ye. Jiyana Sekvan Mûtlû li navçeya Kercewsê ya Êlihê dest pê kiriye. Mûtlû ji 15 saliya xwe heya niha li gundê Zivingê yê Nisêbîna Mêrdînê dimîne. Mûtlû ku bûye şahidê gelek bûyeran, di salên 1990'î de gava gundê wan bi darêz zorê hatiye valakirin ji neçarî koçî gundê Bamidê yê Nisêbînê kiriye. Mûtlû di salên 2000'î de cardin vegeriyaye gundê xwe.    JI BO HER PERÇEYEKE KURDISTANÊ DILXWAZEK   Sekvan Mûtlû, zarokên xwe jî bi feraseteke azad û girêdayî xaka xwe mezin kir. 3 zarokên Mûtlû daxilî nava têkoşîna azadiyê bûn. Kurê wî Abdullah (Dilxwaz Agir), di sala 2011'an de tev li nava PKK'ê bû. Di sala 2016'an de ji bo tev li berxwedanên xwerêveberiyê bibe çû Cizîra Şirnexê û li vir di şer de jiyana xwe ji dest da. Keça wî Songul (Eylem Dilxwaz), di sala 2014'an de tev li PKK'ê bû. Di mijdara 2020'an de di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de li qada Avaşînê jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Osman jî navê birayê xwe û xwişka xwe wergirt û bi navê Dilxwaz Agir çû Rojavayê Kurdistanê û daxilî nava rêkoşîna azadiyê bû. Dilxwaz Agir jî di 3'yê kanûnê de di êrişeke hewayî ya Tirkiyeyê de li Amûdê jiyana xwe ji dest da.    Bavê cangoriyan Sekvan Mûtlû, piştî zarokên wî tev li têkoşîna azadiyê bûn qet ew nedîtin. Tenê cenazeyê kurê xwe Abdullah li Nisêbînê defin kir. Keça wî Songul li Avaşînê û kurê wî Osman jî li Amûdê hat definkirin. Mûtlû ku got "Ez bavê 3 şehîda me" wiha axivî: "Çima ev zilm ji ser serê me ranabe. Sûcê me çi ye? Bi tiştekî dizanim, ew jî em kurd in. Ev hemû ji ber kurdbûna me ye. Ev qas zilm ji ber ku em dibêjin em kurd in tê serê me. Tirk hene, ereb hene, ma qey tenê navê me qedxe ye? Gelê me ji ber zextan ji bêgavî diçe Ewropayê. Hin ji wan di behran de, hin ji wan di rêyan de mirin."    'DÊ MUHTACÎ KURDAN BIBIN'   Mûtlû destnîşan kir ku heya vî emrî bi zilma dewletê re rû bi rû maye û got: "Derketina me ya derve jî qedexe bû. Niha jî heman tişt tê serê me. Me wekî kole jî qebûl nakin. Dixwazin em nemînin. Dixwazin navê me tune be." Mûtlû bilêv kir ku tu wateyeke şerê Tirkiyeyê yê li hemberî kurdan tune ye û got ku roj bê Tirkiye dê muhtacî kurdan bibe.    Mûtlû bal kişand ser tevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî û wiha got: "Barzanî keça min kuşt. Her du zarokên min jî bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Kurdek, radibe xirabiyeke wiha tîne serê gelê xwe. Ma bi hev re biaxivin, qey ji çekê ne çêtir e?"    BERTEKA LI DIJÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Mûtlû bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da ku Tirkiye ew li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî HPG'ê bi kar tîne û ev tişt gotin: "Hem dibêjinq edexe ye, hem jî bi kar tînin. Ewropa jî dibêje nayên bikaraîn, lê halbûkî her roj tên bikaranîn. Lê Ewropa xwe li bêdengiyê datîne. Li hemberî her kesî qedexe ye, lê tenê li hemberî kurdan serbest e. Dixwazin krut qir bibin, li cîhanê kurdek jî nemîne. Tekane daxwaza min bidawîbûna vê zilmê û serketina me ye. Me ev qas şehîd ji bo vê dan."    MA / Ahmet Kanbal