Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin 2022-12-31 10:50:31   STENBOL - Berdana nivîskar û wergêrê kurd Nîzam Algunerhan bi hêceta “tev li xebatên çandî nebûye” hat astengkirin.    Nivîskar û wergêrê kurd Nîzam Algunerhan li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F’yê girtî ye. Algunerhan cezayê xwe qedand û li benda berdanê ye. Algunerhan ê li benda berdanê bû bi îdiaya “tev li xebatên çandî nebûye”, “di qawîşa endamên PKK’ê de ye”, “bi girtiyan re tev li xebatên sporê bûye” bi hêceta “halê baş nîne” berdana wî hat taloqkirin.    Algunerhan ji 4’ê kanûna 1992’yan ve girtî ye. Ew ji aliyê Dadgeha Ewlehiyêy a Dewletê ya Amedê ve hatiye girtin û bi îdiaya “yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye” 36 sal ceza lê hatibû birîn. Algunerhan li girtîgehên bajarên Mûş, Amed, Yozgat, Îzmîr û gelek girtîgehên din maye. Niha herî dawî jî li Girtîgeha Bolû ye û Desteya Îdare û Çavdêriyêy a Girtîgehê berdana Algunerhan taloq kir. Biryara taloqkirina berdana wî di 16’ê mijdarê de teblîxî wî hat kirin. Divê ku ew di 27’ê mijdarê de bihata berdan lê berdana wî ji ber îdiayên navborî hat taloqkirin. Dê têkildarî berdana Algunerhan di 15’ê adara 2023’yan de nirxandin bê kirin.