Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin 2022-12-31 12:52:02   ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan hatiye ferzkirin.    Hat diyarkirin li Girtîgeha Afyonê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê jimartina li ser pêya li girtiyan hatiye ferzkirin. Yusuf Bîrkan ê li Girtîgeha Afyonê girtî ye bitelefonê li keke xwe Resûl Bîrkan geriyaye û behsa binpêkirinên mafan kiriye. Bîrkan ji kekê xwe re wiha gotiye: “Serê sibehan bi ser qawîşan de digirin û jimartina li ser pêya li me ferz dikin. Di hewaya sar de me derdixin derve û navtêdanê li me dikin. Em jî li dijî vê yekê dirûşma ‘Rûmeta mirovahiyê wê îşkencê têk bibe’ berz dikin. Girtî bi sepanên kêfî re rûbirû ne. Divê ku raya giştî xwedî li girtiyan derkeve.”    ‘LI GIRTÎGEHAN ZILM BERDEWAM DIKE’    Resûl Bîrkan jî li ser tiştên birayê wî jê re ragihandiye destnîşan kir ku li girtîgehan zilm berdewam dike û ew ji ewlehiya canê girtiyan bi fikar in û divê her kes li dijî vê rabe. Bîrkan li ser giliyên birayê xwe serî li Wezareta Dadê û Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da û got heke tiştek were serê birayê wî rêveberiya girtîgehê berpirsiyar e.