Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin 2022-12-31 13:04:58   XARPÊT - 5 girtiyên li Girtîgeha Xarpête ya Tîpa T’yê ku li dijî zext û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, bi dawî kirin.    Li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T’yê 5 girtiyên ji ber zexta û mafên wan tên binpêkirin di 22’ê kanûnê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêderoveger kirîbûn. Di roja 9'emîn a çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin. Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe ku çalakiya xwe qedandin e.    Hat zanîn ku ji van girtiyên ketibûn greva birçîbûnê 3 girtî beriya 3 mehan ji Girtigeha Mêrdînê û 2 girtî jî beriya mehekê ji Girtigeha Patnosê sewqî Girtîgeha Xarpêtê hatine kirin.    Navên girtiyên ku di greva birçîbûnê de bûn wiha ne: Mahîr Kapan, Celîl Dagtekîn, Nevzat Akbulak, Omer Ozkan û Ozgur Taş.