Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe 2022-12-31 13:55:56 AMED - Neviya Mehmed Ozdemîr, Bermal Kaya di çalakiya ji bo windayan de li aqûbeta bapîrê xwe pirsî. Kaya anî ziman ku kûjerên hemû windaya diyar in û got: “Ez bapîrê xwe dixwazim, bila gorek bapîrê min jî hebe.”   Malbatên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 725’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Ozdemir ku di 26’ê kanûna 1997’an de li Amedê hatibû windakirin pirsîn. Endam û rêveberên sazî û rêxistinên sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ TÊKOŞÎN BERDEWAM E’   Di destpêkê de Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn anî ziman ku sala 2022’yan jî saleke bêedaletî û bêcezahiştina kujeran derbas bû û wiha got: “Ji ber polîtikayên bê cezakirin doza Mûsa Anter jî di vê salê de ket. Lê li dijî vê pergala bêcezakirinê berxwedanê jî berdewam kir û li dijî vê taritî û otorîteyê deng jî bilind bûn. Ji bo hevrûbûnek rasteqîn me têkoşîna xwe berdewam kir. Me her tim polîtîkaya bêcezahiştinê bi bîr xist. Em li dijî vê bêdengiyê, sûcên li dijî mirovan tên kirin û îşkenceyê daxwaza edaletê kir, em têkoşiyan û em ê têbikoşin jî.”    Zeytûn bi lêv kir ku ew ê di sala 2023’yan de jî her hefte li aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin û daxwaza darizandin û dîtina kûjeran bikin.    ‘BILA KÊLIKEK GORA BAPÎRÊ MIN JÎ HEBE’   Piştre jî neviya Ozdemîr Bermal Kaya axivî. Kaya destnîşan kir ku kûjer û berpirsiyar diyar in û wiha got: “Kûjerên ku destê wan ketiye xwîna bav û kalên me her tim hatin parastin. Lê destên dayikên me ku hesab ji kujeran dipirsin, hatin şikandin. Em ê jî her tim li van qadan bin. Wan ew têkoşîn dewrî me kir û em ê jî heta dawiyê hesab biprisin. Ez bapîrê xwe dixwazim, bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe. Em ê ji bo bapîrê min û hemû windayan têbikoşin.”    26 SAL IN WINDA YE   Mehmed Ozdemîr, di 26’ê kanûna 1997’an de dema diçe bazara hewyan li nêzî bazarê li qehweyekê rûdinê. Li gorî şahidên bûyerê 2 kesên sivîl ku di destê wan de bêtêl hebûne, ew bi zorê li wesayîtek spî siwar kirine û revandine. Tevî hemû serlêdanan jî agahî ji Ozdemîr nayê girtin.    ÊLIH      Li Elihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 541’emîn de li dar xistin. Çalakî li ber Peykerê Mafê Mirovan li serê Cadeya Gulistanê pêk hat û wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD'a Êlihê Abdurrezak Katmaz daxuyaniya vê hefteyê xwend û li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê kanûna 1994’an de li Stenbolê hat windakirin, pirsî û serpêhatiya windakirina Bahçecî parve kir.    ÎZMÎR      ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka berê ya li Konakê pêk anî. Di çalakiyê de pankartên “Winda wîjdan in, xwedî lê derkeve” û “Fail diyar in winda li ku ne” hatin vekirin. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê kanûna 1994’an de li Stenbolê hat windakirin, pirsî.