Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin 2022-12-31 14:59:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku di êrişa li ser gundê Sîda yê bi ser Şeladizê ve bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn.      Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê ji 17’ê Nîsanê ve berdewam dikin. Hat ragihandin ku di êrişa li dijî gundê Sîda yê bi ser nehiyeya Şeladizê yê navçeya Amediyê ve bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ku di ANF’ê de hatiye weşandin duh artêşa tirk du caran bombeyên qedexekirî û çekên giran bikar aniye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên şer 5 caran bombe li gundê Sarkê yê bi ser Garê ve, li Goka Metînayê û Girê yê Qendîlê ve barandine.