Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd 2022-12-31 15:15:40   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku beriya hefteyekê hat girtin sersala gelê kurd û gelên cîhanê pîroz kir û got wê sala 2023’yan bibe sala azadiya gelê kurd û gelên bindest.     Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ê ku di 26’ê kanûnê de hat girtin û niha li Girtîgeha Amedê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind tê ragirtin bi wesîleya sala nû peyama pîrozbahiyê şand.    Peyama Bayindir wiha ye:    “Em di saleke wisa de derbas bûn ku gelê me li her aliyê Kurdistanê li dijî desthilatdarên ku bi her awayî êrişê destkeftiyên gelê kurd kir, di nav têkoşîna demokrasî û azadiyê de bûn. Serhildana ku li Rojhilat bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir, êrişên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî yek ji rojeva cîhanê ya girîng bûn. Li aliyê dinê rola gelê kurd a diyarker a di siyaseta Tirkiyê de, bala raya giştî da ser xwe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku bi polîtikayên şer hewl dide desthilatdariya xwe mayinde bike, van hemû geşedanan li ber xwe wek asteng dît. Lewma jî bi her awayî êrişî destkeftî û nirxên gelê me dikin.   Ligel hemû êrişên wan, gelê kurd paşve gav neavêt, serî netewand. Diyar e ku helwesta gelê me ya bi biryar her ku diçe tirsa wan a têkçûyinê zêdetir dike. Dixwazin çîrokake lehengiyê binivîsînin lê dikin nakin, nikarin binivîsînin, dixwazin wêneyekî bidin lê dikin nakin nikarin wî wêneyî bi dest bixin. Lewma hêrsa wan bi qasî têkoşîna me mezin e.    Bawer bikin ew dê bi hesreta kurdê ku serî netewandiye, kurdê ku paşve gav neavêtiyê têk biçin. Bawer bikin ew dê nikaribin bi van êrişan destê me ji hev bikin.    Sala 2022’yan sala têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bû, sala 2023’yan dê bibe sala têkçûyina faşîzma AKP-MHP’ê. Bi vê mebestê hêviya min ew e ku sala 2023’yan di serî de ji bo gelê me û gelên bindest bibe sala azadî û wekheviyê, ji bo hemû gelên cîhanê bibe sala aştî û aramiyê.    Sersala we pîroz be.”