Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da 2022-12-31 18:16:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavûşoglû yê têkildarî hevdîtinên bi Sûriyeyê re yên li dijî kurdan daxuyanî da, bi lêv kir ku dibe hevdîtina duyemîn di dawiya meha çileyê de li Moskova an jî li welatekî sêyemîn pêk were. Wezîrê Karên Derve yên desthilata AKP’ê Mevlut Çavûşoglû têkildarî hevdîtina duyemîn a bi Sûriyeyê re wê kengî çêbibe daxuyanî da. Çavûşoglû ji bo hevdîtina ku wê Enqere û Şam careke din rûnin ser maseyê wiha got: “Me got em di dawiya meha çileyê de bikin. Dibe ku Moskova jî be an jî welatekî sêyemîn jî be.”