KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin 2022-12-31 20:44:29   AMED - 6 şandeyên cuda ku ji rêveberên KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê pêk dihat, di roja dawî ya salê de serdanên xwe yên gel ên li navçe û gundên Amedê dewam kirin.   Di roja dawî ya salê de 6 şandeyên cuda yên ji Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên wan pêk dihat, li navçe û gundên Amedê civînên xwe yên gel ên 4 roj in pêk tînin dewam kirin. Di serdanan de bal hat kişandin ser zextên li gelê kurd tên kirin û bal hat kişandin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û gelek binpêkirinên mafên din.    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û gelek rêveber tev li civînên gel ên li gundên Akinciler û Cimika yên girêdayî navçeya Yenîşehîrê hatin lidarxistin bûn. Atasoy a diyar kir ku siyaset tişteke ku di nava gel de tê kirine, destnîşan kir ku polîtîkayên ji qesrê ji Meclisê tên birêvebirin gel naxe nava xwe û wiha got: “Dema em lê dinêrin, em dibînin ku gel çiqasî dûrî siyasetê ye. Em vê yekê di civînên gel ên ku me li dar xistine de pir baş dibînin, dibînin ku hilweşîna ji ber şerê li ser vî welatî di her malê de nîşan dide û ciwanên ku ji bêkariyê bi fikar in. Li her cihê em diçinê pirsa 'wê rewşa vî welatî çi be' tê pirsîn û em dizanin ku ev fikar çi ne. Em bi berpirsyariya zanîna vê têdikoşin. Ji bo vê partiya me di bin xetereya girtinê de ye, lê em ê bi heman rêbazê têkoşîna xwe ya sed salî bidomînin.”