ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-01 09:00:14   * Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş, gav neavêtina dewletê ya têkildarî girtiyên nexweş rexne kir û wiha got: “Di vê di warê TMK’ê de cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin.”    * Endama Komîteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif ku hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê re weke "planeke taktîk" a nû penase kir, wiha got: "Sekna hikûmeta Sûriyeyê ya li dijî vê lîstika qirêjî girîng e. Em bawer dikin ku Şam di ferqa vê lîstikê de ye û wê vê lîstikê pûç bike."   * Endama KNK’ê Nilufer Koç a diyar kir ku Tirkiyeya nekarî bi DAIŞ'ê re serbikeve, hewl dide bi hedefgirtina jinên ku ji bo jiyaneke alternatîf pêşengiyê dikin ser bikeve û wiha got: “Evîn Goyî, tevkarî li pêşketina dîrokî ya 30 salan a felsefeya 'jin, jiyan, azadî' kir ku rejîma Îranê hejand kir.”   * Kesên di sala 2022’yan ji bo edalet, kar, jiyana ekolojîk ji Rihayê heta Mûglayê ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê li ber xwe dan, roja ewil a sala 2023’yan bi berxwedanê pêşwazî kirin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 664’an de bidome.