Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin 2023-01-01 09:00:55   EDENE - Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş, gav neavêtina dewletê ya têkildarî girtiyên nexweş rexne kir û wiha got: “Di vê di warê TMK’ê de cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin."    Tevî ku rewşa girtiyên nexweş giran dibe jî saziyên têkildar hêj bêdeng in. Li aliyê din hem xizmên girtiyan, hem jî aktîvîstên mafên mirovan û parêzer balê dikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş ên terkî mirinan tên kirin. Rewşa girtiyên nexweş hêj di rojevê de ye. Wezareta Dadê ya ji bo sererastkirina Qanûna Înfazê ya Ceza dest bi xebateke guhertinê kir ragihandibû ku ji bo girtî û hikûmxwarên nexweşên giran dê sererastkirina “berdana bi şert” çêbike û rayeya “muayeneya bi kelemçe ya bijîşkan” bê rakirin. Lê têkildarî sererastkirinê hêj tu geşedan nînin. Li aliyekî girtiyên nexweş hêj di girtîgehê de ne, li aliyê din şewitandina înfazan jî didome.    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Edeneyê Yakûp Ataş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest sererastkirina Wezareta Dadê ya têkildarî girtiyên nexweş bikeve meriyetê. Ataş bal kişand ser gotinên Bozdag û got ku ew wek ÎHD bi salan e balê dikişînin ser vê pirsgirêkê û çareseriyê pêşkêş dikin lê di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Ataş, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di pêkanîna heyî de divê rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) û biryara Serdozgeriya Komarê ya ji bo serbestberdana girtiyên nexweş hebe. Tevî raporên bi temamî ji aliyê nexweşxaneyên zanîngehê ve ji bo girtiyan hatin weşandin jî, ATK bi weşandina raporên berevajî van raporan re dibe sedema binpêkirina mafên jiyanê yên gelek girtiyan. Divê pêkanîna wergirtina raporên ji ATK'ê bê rawestandin. Di rastiyê de bi raporên xwe yên bêalî û ne rasteqîn, bi weşandina raporên ku dibêjin dibe gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de bimînin, mehkûmî mirinê dike.”    Ataş, bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene û da zanîn ku xala 16’emîn a Qanûna Înfazê nayê pêkanîn. Ataş, diyar kir ku li dijî krîtera “Bi tena serê xwe bijînê” ya di qanûnê de raporên ATK’ê tên dayîn e.    REWŞA MEHMET EMÎN OZKAN   Ataş, bi bîr xist ku di daxuyaniyên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag de hate diyarkirin ku wê sererastkirin ji girtiyên nexweş re be û wiha domand: "Her wiha di daxuyaniya xwe de gotibû ku wê nêzîkatiyeke ku pêşî li tedawiyê vedike esas bigirin û diyar kiribû ku sererastkirinên heyî yên têkildarî girtiyên nexweş de bi rengekî hîn bêhtir însanî bikin. Lê gelek nexweşiyên girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî û 25 sal in li girtîgehê tê ragirtin hene. Ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora ku divê cezayê têkildarî Mehmet Emîn Ozkan bê taloqkirin heye. Tevî vê yekê ATK'ê bi yek dengî biryar da ku girtiyê nexweş ê giran Ozkan ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Weke ku di kesayeta Mehmet Emîn Ozkan de tê dîtin rewşa girtiyên nexweş qet ne baş e. Tu awayê mirovî yê vê biryarê nîne. Gelo biryareke hiqûqî ye? Elbet ne biryareke hiqûqî ye.”   NÊZÎKATIYA GIRTIYÊN DI ÇARÇOVEYA TMK’Ê DE    Ataş, anî ziman ku ATK ji girtiyên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) nêzîkatiyeke cuda nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev yek di gelek girtiyên nexweş de dît. Li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê Sabrî Kaya tevî ewqas nexweşiyên xwe jî nehate berdan. Mixabin piştî jiyana xwe ji dest da biryara berdana wî hate dayîn. Ji ber vê yekê divê pêkanînên heyî yên têkildarî girtiyên nexweş de bi temamî bên guhertin. Madem dixwazin sererastkirineke bêhtir mirovî were çêkirin. Madem dixwazin pêkanîneke ku pêşiyê li dermankirinê veke pêk bînin. Divê sererastkirin di zûtirîn demê de bê dest pê kirin.”   ‘DIVÊ RAPOR BÊN QEBÛLKIRIN’   Ataş, destnîşan kir ku divê beriya her tiştî hemû girtiyên nexweşên giran ên li girtîgehan li ser bingeha rapora nexweşxaneyeke bi têrkerî tavilê bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ATK di raporên taloqkirina înfazê ya ji ber tenduristiyê de ji merciya yek û dawîbûnê were derxistin û raporên nexweşxaneyên têrker û zanîngehan jî bên qebûlkirin. Divê darizandina dozgerên komarê ya di biryarên taloqkirina înfazên ji ber sedemên tenduristiyê de bên rakirin, înfaza cezayan li ser esasê raporên ku ji aliyê nexweşxaneyan ve hatine dayîn bên taloqkirin û krîtera 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere' ya li pêşiya taloqkirina înfaza girtiyên nexweş ji hiqûqê bê derxistin. Dîsa divê di warê TMK’ê de dawî li cudakariya di îdamê de bê anîn.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen